Rojîn 17 roj in bêserûşûn e: ‘Em hêvî dikin were dîtin’

Wan (Rûdaw) - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, Rojîn Kabaîşa xwendekara zanîngehê ji 27ê Îlonê ve winda ye.

Rojîn li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê xwendekara beşa pêşdibistanê bû, ji hevalên xwe re gotibû, dê ji bo berhevkirina kevirên hûr ên li qeraxê avê, biçe ber Golê.

Bavê wê Nîzameddîn Kabaîş ji Rûdawê re behsa keça xwe dike û dibêje, zanîngehê gelekî dereng ew agahdar kirine û hêzên ewlehiyê jî zû nehatine agahdarkirin.

Bavê Rojînê dibêje, piştî 13 rojan ji windabûna keça wî desmala serê wê li cihê ku winda bûye tê dîtin.

“Desmala wê paşê hatiye danîn”

Nizamettîn Kabaîş diyar kir ku bi hêvi ye ku keça wê bê dîtin û wiha got:

“Xwedê êşa ewledan nede ti kesî, 16- 17 roj in em li vir in. Em hêvî dikin Rojîn bi slametî were dîtin.

Hêviya min ew e ku were dîtin. Piştî 13 rojan desmala wê hat dîtin. Bi texmîna min desmala wê paşê li wir hat dîtin.

Di nava wan 13 rojan de 5 tîm li vir bûn, hemû tîm di wî cihî re derbas dibûn. Ew destmal 2 metreyan dûrî avê bû ziwa bû.

Ez wisa texmîn dikim ku piştre hatiye danîn. Ez wisa bawer dikim ku sax e.

Ne ku ez vê dibêjim, tîmên lêgerînê jî wisa dibêjin û ew jî di wê baweriyê de ne ku ew desmal paşê hatiye danîn.”

Nîzamettîn Kabaîşê bavê Rojînê zêdetirî 15 rojan e wiha li peravên Gola Wanê ji şefaqê ta nîvê şevê li şop û rêça keça xwe digere.

Rojîn a 21 salî ku ji bo zanîngehê ji Amedê hatibû Wanê, ji 27ê îlonê vir ve bê serûşûn e û tu agahoyek jê nîn e.

52 tîm li Rojînê digerin

Ji bo dîtina Rojînê 52 tîmên ku ji 217 kesan pêk tên li ser erd û ezmên û nava behrê bê navber xebata lêgerînê dikin.

5 kêştî, dronek, helîkoptêr û cîhazên sonar û 20 pisporên binê avê tevî AFAADê, polîs û leşkerî û tîmên şaredariyê bi dû şopa Rojînê ketine le heta niha tenê desmala serê wê hatiye dîtin.

Apê Rojînê jî Omer Kabaîş jî bangî xelkê dike ku xeber û wêneyên wê Rojînê belav bikin da ku Rojînê bê dîtin.

Omer Kabaîş, bi keleke giran hêvî dike ku biraziya wê were dîtin.

Herî dawîn dîmenên Rojînê yên dema ku ji mêvanxaneya li nava zankoyê derdiket hatin belavkirin.

Walî û hevşaredarên Wanê jî car car serdana malbatê dikin lê ti agahiyên ku ew parvebikin nîn in. Rojîn piştî ku ji Amedê hatibû Wanê bi du rojan winda bibû.