Li Şirnexê hinek herêm 15 rojan hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li hinek herêmên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê 15 roj qedexe hat ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê diyar kir ku li hin dever û çiyayên Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basan, Qileban û Elkê qedexe hatiye ragihandin.

Li gorî biryarê, li wan deveran ji 14ê Çiriya Pêşîn 28ê Çiriya Pêşînê di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de qedexe hatiye ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her rûdaneke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Cihên qedexekirî

Çiya û deverên ku li gorî biryara parêzgariyê hatine qedexekirin ev in:

“Çiyayê Cûdiyê, Devera Bestayê, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Girê Deriyê Dawetiyan, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Çiyayê Gabarê, Newala Sar, Tehtê Reş, Hoza Mêrî û Devera Tenînê.”

Parêzgariyê her wiha hişyarî daye xelkê ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin wan deveran.

Divê were gotin ku beşeke zêde ya xelkê Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dike.

Bi vê biryara parêzgariyê re gelek herêmên Şirnexê hatine qedexekirin ku xelk çar demsalan ajelên xwe li wan deran diçêrîne.