Li Sêwazê ji ber pisîkan pevçûn derket: Bav û kur birîndar bûn

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Pisîk Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê mamostayekî malnişîn ji ber xwedîkirina pisîkan bi cîranên xwe pev çû û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan li Taxa Eceyê ya Sêwazê ji ber xwedîkirina pisîkan mamostayê malnişîn V.O., cîranê wî Y.Y. û bavê wî N.Y. bi hev ketin.

Bi zêdebûna aloziyê re mamostayê malnişîn V.O. bi demanceyê gule li cîranê xwe û bavê wî reşandin û her du birîndar kirin.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Cumhuriyetê.

Li gorî agahiyan rewşa tenduristiyê ya Y.Y xedar e.

Li aliyê din, mamostayê malnişîn V.O. hat desteserkirin û lêpirsîna wî ya li Navenda Ewlehiyê ya Sêwazê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst