Serokê nû yê Baroya Amedê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê kongreya xwe ya 49an a asayî li dar xist û Abdulkadîr Guleç bû serokê nû yê baroyê.

Baroya Amedê kongreya xwe ya 49an asayî bi beşdariya gelek parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Navenda Kongreya Çandê ya Sezaî Karakoçê ya Amedê li dar xist.

Îro di roja duyem a kongreyê de ji bo hilbijartina serokê nû yê baroyê dengdayîn hat kirin.

Ji bo serokatiya baroyê Abdulkadîr Guleç, Bariş Yavuz û Cengîz Baysal namzed bûn.

2 hezar û 556 parêzeran deng da

Di hilbijartina ku li Navenda Kongreyê ya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin Sezaî Karakoç hat lidarxistin de 2 hezar û 556 parêzeran dengê xwe dan.

Li gorî encamên ne teqez, Abdulkadîr Guleç piraniya dengan bi dest xist û li şûna Nahît Eren wekî serokê nû yê Baroya Amedê hat hilbijartin.

Abdulkadîr Guleç kî ye?

Guleç sala 1971an li navçeya Erxeniyê ya Amedê ji dayik bû û sala 1997an li Zanîngeha Stenbolê Beşa Hiqûqê qedand.

Piştî ku staja xwe temam kir sala 1998an li Amedê dest bi parêzeriyê kir û heta niha berdewam dike.

Parêzerekî di nav rêveberiya Baroya Amedê de çalak e û di navbera salên 2006-2008an de Endamê Rêveberiya Baroya Amedê bû.

Di navbera salên 2012 û 2014an de Endamê Lijneya Disîplînê ya Baroya Amedê bû û di navbera salên 2018 û 2021ê de li ser navê Baroya Amedê, Delegeyê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê bû.

Kampanyaya xwe ya serokatiyê li ser bingeha serdestiya hiqûqê û mafên parêzeran kir.

Guleç dixwaze pirsa Kurd were çareserkirin û ji bo mafê zimanê dayikê daxwaza garantiya destûrî dike.