Bavê Rojînê agahiyeke nû da Rûdawê: Em bawer dikin ew sax e

Hewlêr (Rûdaw) – Nizamettîn Kabaîşê bavê Rojîn Kabaîşê diyar kir ku 16- 17 roj in ti xeber ji Rojînê nînin û bangî raya giştî kir ku her kesî zanyariyên wî li ser Rojînê hebe bila wan agahdar bike.

Li Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Rojîn Kabaîşê berdewam dikin ku ji 27ê Îlonê û vir ve xeber jê nayê standin.

Rojîn Kabaîşa xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê 27ê Îlonê ji hewalên xwe re gotibû ku dê here peravê golê û keviran kom bike.

Lê ji wê demê ve winda ye û ti xeber jê nîne.

Ji ber ku telefona wê ya mobîl û berguhkê wê li qeraxa Gola Wanê hatibûn dîtin ekîb bi drona bi kameraya termal hem li qeraxê û hem jî di golê de lêgerînê dikin.

Ekîban li Taxa Bardakçiyê ya nêzîkî qeraxê, avahiyên terikandî, qadên hêşîn û bilûlik kontrol kirin û li Rojînê geriyan.

Ekîban li kamerayên ewlehiyê jî nihêrîn û xebatên lêgerînê yên li qeraxê didomînin.

Malbat û xizmên Rojînê jî li herêmê xebatan dişopînin û li benda xebereke xêrê ne.

Herî dawî berî bi 3 rojan Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya diyar kiribû ku desmala Rojînê li peravê behrê hatiye dîtin.

Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk li peravê Wanê li wî cihê lêgerînê bi bavê Rojînê Nizamettîn Kabaîş re axivî.

Nizamettîn Kabaîş diyar kir ku heta niha ti xeberek nestendine û ew li benda xeberekê ne.

“Rojînê xwe nekuştiye”

Nizamettîn Kabaîş eşkere kir ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û parêzgarê Wanê Ozan Balci jî îro hat cem wan û wiha berdewam kir:

“Xwedê êşa ewledan nede ti kesî, 16- 17 roj in em li vir in. Em hêvî dikin Rojîn bi slametî were dîtin.

Hêviya min ew e ku were dîtin. Piştî 13 rojan desmala wê hat dîtin. Bi texmîna min desmala wê paşê li wir hat dîtin.

Di nava wan 13 rojan de 5 tîm li vir bûn, hemû tîm di wî cihî re derbas dibûn. Ew destmal 2 metreyan dûrî avê bû ziwa bû.

Ez wisa texmîn dikim ku piştre hatiye danîn. Ez wisa bawer dikim ku sax e. Ne ku ez vê dibêjim, tîmên lêgerînê jî wisa dibêjin û ew jî di wê baweriyê de ne ku ew desmal paşê hatiye danîn.

Ti gumana me ji ti kesî nîne, neyartiya me jî bi ti kesî re nîne. Ev cihê ku Rojîn lê wenda bûye cihekî wisa nîne ku tê de bixeniqe.

Li gorî tîmên rizgarkirinê ji bo kesek li vî cihî bixeniqe divê 100 metre bide nava avê. Ew îhtîmal nîne.

Rojînê xwe nekuştiye, Rojîn derketiye ji xwe re meşiyaye.

Hemû xwendekar diçin peravê Gola Wanê, piştî xwarina şîvê keça min jî çûye peravê û ji xwe re meşiyaye û di kamerayan jî de ew diyar e.”

“Heger haya kê ji Rojînê hebe bila me agahdar bike”

Nizamettîn Kabaîş di berdewamiya axaftina xwe de behsa xebatên lêgerîna Rojînê jî kir û wiha axivî:

“4-5 tîm hene û cuda cuda kar dikin, hem ên AFADê hene, hem ên polîsan hene hem ên Şaredriya Bajarê Mezin a Wanê hene.

Ez spasiya wan dikim, heta niha jî xebatên lêgerînê berdewam dikin. Li nava avê, li gundên derdorê xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Heta 12 kîlometreyan li 2-3 gundan lêgerîn hat kirin, ez jî bi tîman re bûm lê me ti şopek nedît.

Daxwaziya min, ji her kesî heye ew kesê ku Rojîn li cihekî dît an jî haya wî ji Rojînê hebe bila me agahdar bikin.

Em hêvî dikin ti kesî zerer nedabe wê û bi saxî û slametî were dîtin.”