Rûdaw bûye dengê Efrîniyan: ‘Netirsin dengê xwe bilind bikin’

Hewlêr (Rûdaw) – Mafnas Hisên Neiso diyar kir ku piştî raporên Rûdawê fermandarê çekdarên Emşatê Mûcîb El Şêx hatiye girtin û bangî xelkê kir ku dengê xwe bigihînin Rûdawê.

Bi saya raporên Tora Medyayî ya Rûdawê yên li ser bûyer û binpêkirinên çekdaran ên li herêma Efrînê hin berpirsên çekdaran tên girtin û dadgehîkirin.

Parêzer û mafnas Hisên Neiso ku ji Efrînê ye, behsa rola Rûdawê kir ku bi saya raporên wê çawa çekdar hin binpêkirinên xwe li hinek deveran sînordar bikin.

“Dengê xwe bigihînin Rûdawê”

Hisên Neiso mînakên wê yekê jî nîşan dan û ji xelkê xwest ku êdî bi doza xwe re alîkar bin û dengê xwe bigihînin Rûdawê ji bo ku li ser asta herêmî û navneteweyî dengê wan bê bihîstin.

Di heman çarçoveyê de, mafnas Îbrahîm Şêxo behsa vê mijarê kiriye ku ragihandina nûçeyan li ser binpêkirinan bandoreke mezin durist kiriye.

 “Piştî belavbûna rapora Rûdawê fermandarê Emşatê hat girtin”

Parêzer û mafnasê Kurd ê ji Efrînê, Hisên Neiso ji Rûdawê re behsa vê mijarê kir û wiha got:

 “Gelek xelkê me yê Efrînî yê mafên wan tên binpêkirin bê deng dimînin. Yan baweriya wan bi ragihandinê nemaye yan jî ji tirsan ji ragihandinê re napeyivin.

Ev erka me hemûyan e, divê kiryarên Tirkiyeyê û çekdarên wê bêne belgekirin û îfşakirin.

Ji bo dadgehan divê ew binpêkirin bên belgekirin û roleke medyayê di kêmkirina binpêkirinan de pir zêde ye.
Nimûneya herî mezin ew e ku piştî belavbûna raporta kanala Rûdawê ya li ser binpêkirinên gundê Turmişahê û binpêkirinên fermandarê Emşatê yê bi navê Mûcîb El Şêx ew hat desteserkirin.

Diziya Mûcîb El Şêx, binpêkirinên ku wî yên li gundê Tumişahê kirine hatin belgekirin û ew niha hatiye desteserkirin û di bin lêpirsînê de ye.”

“Bila ew bitirsin, ew dagirker in”

Hisên Neiso  di berdewamiya axaftina xwe de behsa rola raporên Rûdawê yên li ser gundê Kaxirê jî kir û wiha got:

“Ragihandinê bûyerên li gundê Kaxirê jî gihandin cihanê da ku ew binpêkirin rawestin.

Ragihandinê êrişên li hemberî jinên Kaxirê gihandin cihanê. Divê xelkê me li mafên xwe xwedî derkeve, xelkê me doza mafên xwe bike û xelkê me netirse.

Divê ew bitirsin, ew dagirker in, ew çete ne, hûn li mafên xwe xwedî derkevin em jî dê alîkariya we bikin.”

Li gorî rapora Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (El-Wehde), tê texmînkirin ku bi giştî berhema mûsima îsal a zevî û zeytûnên Efrînê 100 milyon dolarên Amerîkî be.

Piraniya wan pereyan diçine bêrîkên fermadarên grûpên çekdar û beşek jî bi awayê diyariyan digihêje berpirsên Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Mixalefeta Sûriyeyê.

Berdewamiya binpêkirinên grûpên çekdar ên li Efrînê, hanê dide xelkên wê herêmê êdî banga xwe bigihînin Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo dengê wan bigihîne nerîna giştî, navend, rêxistin, ajans û platformên navneteweyî û bidawîbûna binpêkirinan.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên ên mixalefeta Sûriyeyê yên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.