Herêma Kurdistanê 900 megawatt kareba difiroşe Îraqê

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kareba Elektrîk Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karebayê ya Îraqê ragihand ku ew rojane 900 megawat elektrîk ji Herêma Kurdistanê dikirin.

Berdevkê Wezareta Karebayê ya Îraqê Ehmed Mûsa Ebadî ji Rûdawê re da zanîn ku beşek ji karebaya (elektrîk) Îraqê ji Herêma Kurdistanê tê dabînkirin û anî ziman:

“Em rojane 900 megawatt kareba ji Herêma Kurdistanê dikirin.”

Berdevkê Wezareta Karebayê ya Îraqê got:

“Karebayê ku em dikirin carinan kêm û zêde dibe lê em rojane bi giştî 900 megawatt elektrîk ji sektora taybet a Herêma Kurdistanê dikirin.”

Ehmed Mûsa Ebadî 9ê mehê jî li ser karebaya Îraqê ji Rûdawê re gotibû:

“Komara Îslamî ya Îranê hinardekirina gaza xwe ya rojane ya ji bo Îraqê ji 30 milyon metre kupî daxistiye 18 milyon metre kupan.”

Ebadî li ser sedema kêmkirina gazê ya ji aliyê Îranê ve jî anî ziman:

“Îranê ji me re gotiye ku ew ji ber ku zivistan nêzîk bûye boriya gazê tamîr dikin.”

Berdevkê Wezareta Karebayê ya Îraqê her wiha da zanîn:

“Gaza ku Wezareta Petrolê dide santralan jî hatiye kêmkirin.

Her wiha Wezareta Karebayê jî hinek santralan tamîr û nûjen dike û amadekariya demsala zivistanê dike.”

Wezîrê Karebayê yê Îraqê Ziyad Elî jî 30ê Tîrmehê ragihandibû ku di çarçoveya projeya berfirehkirina Santrala Heyderiyê ya Necefê de wan berhemanîna elektrîkê ji 19 hezar megawattan gihandiye 27 hezar û 400 megawattî.

Wezareta Karebayê ya Îraqê berê dabû zanîn ku ji bo dabînkirina elektrîka 24 saetî pêwîstiya wan bi 45 hezar megawatt elektrîk heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst