RIHA - Êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, duh êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê hatin protestokirin. 

Di dema protestokirina êrişên Tirkiyeyê de 40 kes hatin desteserkirin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê duh çalakiyên protestokirina êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê hatin lidarxistin.

Polîsan bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan rê neda ku daxuyanî bê dayîn.

Li Rihayê jî gel ji bo proetestoyê li pêş avahiya HDPyê ya Rihayê kom bû lê polîsan rê neda daxuyaniya medyayê û alozî derket.

Di encama aloziyan de 13 jê welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi tevahî 40 kes hatin desteserkirin.

Polîsan kesên hatin desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê.

Ji aliyê din ve, 8 kesên ku roja 11ê Çiriya Pêşînê bi “hinceta PKKyê” hatibûn desteserkirin doh birin Dadgeha Rihayê .

Ji wan 6 kes bi biryara dadgehê hatin girtin û 2 kes jî hatin berdan.