Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin

Hewlêr (Rûdaw) – Kampa Mexmûrê ya ku penaberên ji Bakurê Kurdistanê lê dimînin hat bombebarankirin.

Qaymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “Jineke pîr birîndar bûye.”

Li gorî agahiyan, balafireke bêmirov a artêşa Tirkiyeyê, derdora saet 09:25an Kampa Mexmûrê bombebaran kiriye.

Rizgar Mihemed li ser bombebaranê got, “Jineke 50 salî birîndar bûye û ev jin şêniya kampê ye.”

Tirkiyeyê 7ê vê mehê jî Kampa Mexmûrê ya ku wekî “Kampa Şehîd Rustem Cûdî” jî tê naskirin bombebaran kiribû.

Di wê bombebaranê de jinek, ciwanek û zarokek birîndar bûbûn.

Tirkiyeyê di demên dawiyê de êrişên xwe yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Ji ber van êrişan li Rojavayê Kurdistanê xisareke mezin gihiştiye jêxaneya xizmetguzariyê.

Li Başûrê Kurdistanê jî gelek caran sivîl ji ber van bombebaranan xisarê dibînin.