Mela Bextiyar: Rûdaw di hawara me hat

Hewlêr (Rûdaw) – 26emîn Festîvala Gelawêjê ya Navneteweyî li Silêmaniya “Bajarê Rewşenbîriyê” tê lidarxistin.

Festîvala ku dê 3 rojan berdewam bike doh dest pê kir û dê sibe biqede.

Festîvala Gelawêjê bi gelek “helbest, çîrok û rexneyên wêjeyî” dixemile.

Herwiha stranbêj bi stranên xwe dibin deng û rêngên Bajarê Rewşenbîriyê.

Ji Îraq, welatên cîran û çar aliyên Kurdistanê xelk berê xwe dide Festîvala Gelawêjê.

“Xwe rasterast berdidin kûrahiyên dil”

Nivîskar Newal Ehwarê got, “Muzîka Kurdî gelekî xweş e. Çandên hinek gelan nêzîkî hev in û pêdiviya wan bi tercumanan nîne, xwe rasterast berdidin kûrahiyên dil.”

Hunermend Şoreş Mehmûdî jî bal kişand ser girîngiya festîvalê û got:

“Ji bo ku di navbera çanda hemû parçeyan de danûstandin çêbibin, festîvalên bi vî rengî gelekî girîng in.”

“Çirûskeke agir dikare xelkê rake ser pêyan”

Li aliyê din, Xesro Caf amaje bi rewşa xerab a aboriyê kir û anî zimên, “Îro festîval hinekî melûl e. Ev jî ji ber hejariya xelkê ye. Çirûskeke agir dikare xelkê rake ser pêyan.”

“Me hawara xwe bir Rûdawê”

Şêwirmendê Festîvala Gelawêjê Mela Bextiyar da zanîn û Tora Medyayî ya Rûdawê bûye sponsora festîvalê û got:

“Me hawara xwe bir Rûdawê û di hana me hat, bu sponsora medyayî. Ji ber ku sponsora berê vekişiya 7 hezar dolar xisara me çêbû.”