Li Mêrdînê hemû çalakî 7 rojan hatin qedexekirin

13-10-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Çalakî Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, hemû cure xwepêşandan, meş, civîn, konferansên rojnamevaniyê, çalakiyên rûniştinê û vedana konan 7 rojan hatin qedexekirin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin.

Li parêzgeha Mêrdînê hemû cure xwepêşandan û çalakî 7 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Mêrdînê ragihand, hemû curê xwepêşandan, meş, çalakiyên rûniştinê, vedana konan û standan û çalakiyên din ji demjimêr 00:01ê 13ê Çiriya Pêşînê heta demjimêr 24:00ê 19ê Çiriya Pêşînê hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, biryara qedexekirinê çalakiyên fermi û yên ku bi destûra parêzgar û qeymeqaman in li xwe nagire.

Vê hefteyê li parêzgehên Amed, Dêrsîm, Çewlîg û Wanê jî hemû cure çalakî hatibûn qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst