Leşkerekî Tirkiyeyê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, gerîlayên PKKyê li herêma Zap-Avaşînê li hemberî baregeheke wan çalakiyek li dar xistiye.

Di çalakiya gerîlayan de leşkerê wan ê bi navê Mûsa Esat Kaya hatiye kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê da zanîn ku Mûsa Esat Kaya binefserê piyade bûye.

Herwiha hat ragihandin ku dê termê Kaya îro li bajarê Konyayê yê Tirkiyeyê were binaxkirin.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.