Omer Ocalan: Pêşniyara Bafil Talebanî ya derbarê PKK û Tirkiyeyê de di cih de ye

13-10-2023
RÛDAW
Nîşan Omer Ocalan Bafil Talebanî Rojavayê Kurdistanê Êrişên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê YSPyê Omer Ocalan got “Pêşniyara Bafil Talebanî ya derbarê PKK û Tirkiyeyê de di cih de ye.”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) Omer Ocalan di daxuyaniyeke xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de pêşwazî li vê banga Talebanî kir.

Parlamenterê YSPyê Omer Ocalan ragihand ku banga Serokê YNKyê Bafil Talebanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera PKK û Tirkiyeyê bi rêyên diyalogê, di cih de dibîninû got:

“Em sekna birêz Bafil Talebanî pîroz dikin.

Ji ber ku dibêje em hazir in ku rola xwe bilîzin ji bo ku ev şer were rawestandin û pirsgirêka di navbera PKK û Tirkiyeyê de bi rêyên diyalogê bê çareserkirin."

Serokê Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî di Foruma MERIyê de ragihandibû ku ew ji bo ku pirsgirêka di navbera PKK û Tirkiyê de bi diyalogê were çaserkirin amade ne rola xwe bilîzîn.

Bafel Talebanî gotibû: "Em ji bo diyalogê amade ne. Em dikarin di mijara PKKyê de jî hevkariya wan bikin, hemû alî dikarin."

Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) 11ê Çiriya Pêşîn a 2023yan bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê hatibû lidarxistin.

Omer Ocalan di daxuyaniya xwe de pêşwazî li vê banga Talebanî kir.

Omer Ocalan wiha anî ziman “Ez dixwazim peyamekê ji Rêveberiya Başûrê Kurdistanê re jî bişînim.

Em çend panelên wan dişopînin. Ez birêz Bafil Talebanî silav dikim û pîroz dikim.

Min bernameyeke wî şopand, li wê derê bi eşkere dibêje eger ev mesele bi rêyên demkoratîk werin çareserkirin em jî dê alîkariya Tirkiyeyê bikin.

Dibêje em dê ji bo diyalogê alîkariyê bikin. Dibêje em dixwazin ji bo ku ev şer were rawestandin û pirsgirêka di navbera PKK û Tirkiyeyê de bi rêyên diyalogê bên çareserkirin, em hazir in ku rola xwe bilîzin.”

Ocalan amaje bi êrişên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê li dijî sivîlan jî da û wiha berdewam kir:

“Herî dawî 6 kesên sivîl, ji aliyê îstixbaretê ve hatin qetilkirin.

Mirovên li vê derê ceza wergirtine ku siyesetmedar in û neçar mane berê xwe dane Başûrê Kurdistanê, mixabin rûbirûyî komkujî û êrîşên mezin dibin.”

Bafil Talebanî çi gotibû?

Serokê Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî di axaftina xwe ya li Foruma MERI de wiha gotibû:

“Em di bin zext, dron û êrişên Tirkiyê de bi wan re diyalogê nakin.

Em dixwazin pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin lê ku Tirkiye ne hazir be em çi bikin.

Zehmet e ku pirsgirêka me û Tirkiyê were çareserkirin, ez bi rastî naçim Tirkiyê.

Ez nikarim herim Tirkiyeyê çimkî wan li Erbetê 3 hevalên min, 3 qehremanên şerê DAIŞê şehîd kirin.

Beyî ku ti sebebek an jî hincetek hebe ew şêhîd kirin. Divê pêwendiyên me û Tirkiyeyê baş bin û em vê dixwazin.

Pirsgirêka Tirkiyeyê ev e: Nêrînên me cuda ne. Em rewşa li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî cuda dibînin, ew bi awayekî cuda.

Em ji bo diyalogê amade ne. Em dikarin di mijara PKKyê de jî hevkariya wan bikin, hemû alî dikarin, PDK jî dikare.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst