Li Bakurê Kurdistanê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê xelk daket kolanan.

Xelkê êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê prostesto kirin.

Bakurê Kurdistanê li parêzgehê Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Dêrsim  Şirnex, Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê û hinek bajarên Tirkiyeyê xelk ji bo Rojavayê Kurdistanê li ser piya bû.

“Li aliyekî dibêjin em birayên hev in li aliyê din Kurdan bombebaran dikin”

Xwepêşanderekî Şirnexî got, “Li aliyekî dibêjin li Xezeyê însan tên kuştin, zarok tên kuştin, nexweşxane têne topbarankirin.

Lêbelê di heman demê de yên ku dibêjin em birayên hev in û em dê bi hev re biratiya Kurd û Tirkan bikin, li milê din ve gelê Kurd bombebaran dikin.

Em êrişên wan ên li ser Rojavayê Kurdistanê têne kirin şermezar dikin.”

Xwepêşanderan bi yekdengî ji berpirsên Tirkiyeyê xwestin ku dawî li êrîşên xwe bîne ku sivîl û jêrxaneyên sivîl dibin armanca wan êrîşan.

“Li dijî kîjan parçeyî hatibe kirin li dijî temamiya Kurdistanê hatiye kirin”

Parlamenterê YSPyê Alî Bozan wiha anî ziman, “Ji 4 parçeyên Kurdistanê êriş li dijî kîjan parçeyê hatibe kirin li dijî temamiya Kurdistanê hatiye kirin, li dijî me hatiye kirin.

Ji ber wê em dibêjin gelê Rojava ne bi tenê ye û em bi wan re ne.”

Xwepêşandan bi pêşengiya rêxistinên bajaran ên HDP û YSPyê hatin sazkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rê nedan xwepêşandan û destwerdan kir.

Di navbera xwepêşander  û polîsan de alozî derket. Hejmareke zêde ya welatiyan hatin destserkirin.

“Sê sal in li vî bajarî rê nadin daxuyaniyên çapemeniyê”

Parlamenterê YSPyê yê Wanê Mahmut Dindar jî wiha axivî: “Ev sê sal in li vî bajarî rê bi daxuyaniya çapemeniyê nayê dayîn.

Tenê ev li idjî HDP û YSPyê tê kirin. Berî 2 rojan AKPyê li 81 bajaran daxuyanî dan çapemeniyê.

Herwiha HUDA-PARê jî li vê derê bi konvoyên otomobîlan çalakî saz kir.

Em vê nehiqûqiyê qebûl nakin. Em li vê derê tenê aşitiyê diparêzin û dibêjin bila mirovên sivîl nemirin.”

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser ji 4ê Çiriya Pêşîn ve di êrişên Tirkiyê de sivîl û zarok jî di nav de 45 kesan canê xwe ji dest daye û 50 kes jî birîndar bûne.

Ev yek ji bilî armancgirtina jêrxaneya sivîl, bîrên petrolê û santralên enerjiyê jî hatine bombebarankirin.

Herwiha herwiha di encama bombebaranan de zêdeyî sed milyon dolar ziyan gihîştiye sektorên sotemenî û xizmetguzariyê yên li Rojavayê Kurdistanê.