Li 14 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin: Ajeldar nikarin karê xwe bikin

13-10-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qedexeya Çûnûhatinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê 14  dever û navçe 15 rojan ji çûnûhatinê re qedexekirin.

Piraniya wan cihên ku hatine qedexekirin jî deverên ku ajeldarên Şirnexê ajelên xwe lê diçêrînin in.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê parêzgariya Şirnexê ve hatiye belavkirin, li 14 dever û çiyayên parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopî, Basa, Qileban û Bêtuşebabê qedexe hatiye ragihandin.

Li gorî biryarê, li wan deveran ji 13yê Çiriya Pêşîn heta 27ê heman mehê, di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de 15 rojan qedexe hat ragihandin

Hat diyarkirin ku nabe di wê demê de welatî ne bi roj û ne jî bi şev biçin wan deveran.

Li cihên ku hatine qedexekirin ajeldarî tê kirin

Çiya û navçeyên ku li gorî biryara parêzgariyê hatine qedexekirin ev in, “Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gur, Kureşîn, Girê Deriyê Dawetiyan, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Çiyayê Gabarê, Newala Sar, Çiyayê Încebel, Devera Oymakkaya û Devera Tenînê.”

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtûjiyê û her pêşhateke nerênî” hatiye ragihandin.

Beşeke zêde ya xelkê Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dikin û navçeyên ku hatine qedexekirin jî bi piranî ew navçe ne ku ajeldar 4 demsalan ajelên xwe lê diçêrînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst