Li Kilîsê cotkaran dest bi berhevkirina hinaran kir

13-10-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Kilîs Hinar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Tilhebeşê yê parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê cotkaran dest bi berhevkirina hinaran kir.

Li Kilîsê demsala berhevkirina hinaran dest pê kiriye û cotkar îsal ji berhemên hinaran bihêvî ne.

Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Kilîsê Guven Ozdemir anî ziman:

“Berhevkirina hinarên Hîcazê yên sembola bereketê li bajarê me dest pê kir.

Em hêvî dikin ku bi bereket be. Li bajarê me li ser 10 hezar dekar erd hinar tên berhemanîn.”

Hinarên tên berhevkirin li mexzenên cemidî tên veşartin û piştre ji welatên Almanya, Qeter, Îraq û Herêma Kurdistanê re tên hinardekirin.

“Salane 150-160 ton berhem tê”

Cotkar Mehmet Sakar jî li ser hinaran got:

“Erdê me 40 donim e. Darên me di sala sêyemîn de berhem didin.

Her sal berhemê me zêde dibe, niha salane 150-160 ton berhem tê.”

Li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 11ê berhemê hinaran li bajarên Bakurê Kurdistanê tê berhemanîn.

Li Kilîsê jî salane li ser 10 hezar donim erd nêzîkî 40 hezar ton hinar tê berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst