Li Xezeyê ji du malbatan 44 kes hatin kuştin

13-10-2023
Nîşan Xeze Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên esmanî yên Îsraîlê yên li Xezeyê de ji du malbatên Filistînî 44 kes hatin kuştin.

Li gor agahiyên çavkaniyên tenduristiyê, di êrişên esmanî yên hêzên Îsraîlê de li bajarokê Cîbaliyeyê yê li bakurê Xezeyê malbatên "Şîhab" û "Ebu Hamîdan" Filistînî bûn armanc.

Di êrişê de ji malbatên Şîhab û Ebu Hamîdanê yên Filistînî jin û zarok jî di nav de 44 kes hatin kuştin.

Li gorî agahiyên, herêma ku malên lê bi hev ve ne rastî bombebarana giran a Îsraîlê hat.

Ji ber êrişê li herêmê gelek kes mirin û birîndar bûn, herwiha xisareke mezin çêbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst