Li Rihayê dîwar hilweşiya: 5 karker birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, dîwarê kargehekê hilweşiya û di encam de 5 karker birîndar bûn.

Li Rihayê li Duyemîn Herêma Pîşesaziya Organîze, makîneyeke kar li dîwarê kargeheke cilûbergan da û dîwar hilweşiya. Di bûyerê de 5 karkerên di bin dîwar de man birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, tîmên berevaniya şaristanî û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

Karkerên birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Rihayê hatin veguhestin. Hêzên emnî derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.