Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê encamên lêkolînên kuştina Hewkar Ebdullah eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Ofîsa Dije-Terorê ya ser Dezgeha Zanyarî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) weke berpirsiyar nîşan da.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê encamên lêkolînên xwe yên derbarê êrîşa li Hewlêrê ya li dijî efserê berê yê Dijî Terorê yê YNKê Hawkar Ebdullah Resûl eşkere kir.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê dîmen belav kirin û li gor Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Hewkar Ebdullah Resûl canê xwe ji dest daye û 4 kesên din jî di nav wan de hevjîn, du zarok û xwişkek birîndar bûne.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku li gor encamên lêkolînên derbarê teqîna Hewlêrê de berpirsên sereke yên wê tawanê Wehab Helebceyî, berpirsê desteya dije-terorê li Silêmaniyê û Karzan Mihemed Reşîd, berpirsê dij-terorê li Silêmaniyê beşa terorê ye.

Encumena Ewlehiyê her wiha vîdyoya ku tê de gumanbarên bi navên Yasir Faysal, Alî Hisên Şukûr, Rencder Îsmaîl Necîm, Alî Haşim Ehmed, Sermed Necmeddîn Reşîd û Ehmed Faysal Hisên li xwe mikur hatin parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ev bûyera terorîstî ji aliyê tîmeke dije terora Silêmaniyê ve hatiye encamdan bi femana rasterast a Wehab Mecîd Baqî naskirî bi Wehab Helebceyî, berpirsê Dije Terora Silêmaniyê û Karzan Mihemed Reşîd, Berpirsê Istixbarata Dije Teror a Silêmaniyê.”

Di vîdeoyê de tê dîtin ku gumanbar li xwe mikur tên ku êrîş ji aliyê tîmeke Dije Teror a Silêmaniyê ve hatiye kirin û Serokê Tîma Dije Teror a Silêmaniyê Wehab Helebceyî û Serokê Îstixbarata Dijî Terorê ya Silêmaniyê Karzan Mihemed Reşîd fermana êrîşê daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, li ser fermana dadwerê lêpirsînê yê Hewlêrê, daxwaza girtina navên din ên tîma êrişkar hate kirin.

CTGê red kir

Ji aliyê din ve, Rêveberiya Dijî Terorê ya Silêmanî (CTG) daxuyaniyek da û ev tohmet red kir.

Di daxuyanîya ku ji aliyê CTGê ve hat dayîn de hat gotin ku bi vî rengî tohmetbarkirina Rêveberiya Têkoşîna Dijî Terorê ya Silêmanî, rastî hate berevajîkirin û ew yek weke senaryo binav kir.

CTGê herwiha dibêje: "Em hemû tawanên li ser rayedarên Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna Dijî Terorê red dikin."

Herwiha di daxuyaniyê de CTG daxwaz dike ku, tîmeke pispor a bêalî (Iraq, Hêzên Hevpeyman û Yekîtiya Ewropayê) bê avakirin û di bin çavdêriya Parlamentoya Kurdistanê de lêkolînê li ser mijarê bike.