Fuad Hisên: Me berbijêrê xwe vekişand û em dê deng bidin Letîf Reşîd

13-10-2022
Fuad Hisên got, ew dê ji bo posta serokkomariyê piştgirî bidin D. Letîf Reşîd û dengê xwe bidin wî.
Fuad Hisên got, ew dê ji bo posta serokkomariyê piştgirî bidin D. Letîf Reşîd û dengê xwe bidin wî.
Nîşan Iraq Serokkoamriya Iraqê PDK Fuad Hisên Rêber Ehmed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê şanda danûstandkar a PDKê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Fuad Hisên ji Rûdawê re ragihand, ji bo berjewendiya Herêma Kurdistanê û Iraqê, wan biryar daye berbijêrê xwe yê bo posta Serokkoamriya Iraqê vekişînin. Fuad Hisên got, ew dê ji bo posta serokkomariyê piştgirî bidin D. Letîf Reşîd û dengê xwe bidin wî.

Polîtburoya PDKê ji bo serxistina proseya hilbijartina Serokomarê Iraqê û damezirandina kabîneya nû ya Hikûmeta Federal, namzedê xwe yê ji wî postî, Rêber Ehmed vekişand û biryar da ku beşdariyê di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de bike.

Polîtburoya PDKê îro 13ê Cotmeha 2022an, di daxuyaniyekê de ragihand di daxuyaniyekê de ragihand ku di navbera partiyên Kurd de li ser "yek namzedî" lihevkirin pêk nehat û ji ber vê yekê jî wan namzedê xwe Rêber Ehmed ji namzediyê vekişand, lê beşdarî dengdana lê parlamentoyê dibin.

Polîtburoya PDKê dibêje: “Li ser helwesta Serokkomarê Iraqê ku mafê pêkhateya Kurd e, me ji raya giştî re bi eşkereyî ragihandiye, divê li ser wergirtina kesê rast ji bo vê postê, lihevhatineke Kurdistanî hebe, ji ber ku ew post nûneratiya hemû gelê Kurd li Iraqa federal dike. Lê mixabin, bi destêwerdan û hewldana ferzkirina îradeyên ne rast yên ji derveyî lihevkirina neteweyî ya gelê Kurd, hewl hat dayîn ku ev nêrîn were paşguhkirin. Ji ber wê yekê jî partiya me birêz (Rêber Ehmed) wek namzed destnîşan kiriye ku vê postê werbigire.”

Berbijêr PDKê Rêber Ehmed li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û tê de dibêje: “Ji bo bidestveanîna lihevhatineke niştimanî û xizmetkirina berjewendiyên welat û welatiyan, min daxwaza paşvekişandina berbijêrbûna  xwe bo posta Serokkomarê pêşkêş kir.

Spas ji cenabê Serok Mesûd Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê re ku bawerî û namzediya me pêşkêşî kirin û spasiya hevalbendên me yên siyasî, dost û hemû kesan dikin ku di dema berbijêriyê de piştevaniya me kirin.”

Ji aliyê din ve Civîna şanda danûstankar a PDKê li gel fraksiyona PDKê li parlementoya Iraqê birêve çû.

Dr. Fuad Hisên û Bengîn Rêkanî li gel fraksiyona PDK civiyan û gotûbêj li ser civîna îro ya parlementoya Iraqê kirin.

Piştî civînê, Parlamenterê PDKê Şiwan Mihemed ku beşdarî civînê bibû, ji Rûdawê re da xuyakirin ku, di civînê de ji wan re gotine, ji bo derketina ji vê xitimîna siyasî ya Iraqê, deng bidin Letîf Reşîd. 

Şiwan Mihemed herwiha eşkere kir ku biryara dawiyê ew e ku li gel Dewleta Yasa yekdeng bin û deng bidin Letîf Reşîd.

Serokê Şanda Danûstankar a PDK Fûad Hisên ji Rûdawê re got, ew biryar di berjewendiya Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye û rêkeftin li gel aliyên siyasî hatiye kirin. 

Fûad Hisên herwiha piştrast kir ku ew dê piştevaniya Letîf Reşîd bikin.

PDK, xwediya 31 kursiya ne û Rêber Ehmed bo posta serokkomar berbijêr kiribû, YNK xwediya 18 kursiya ne û Berhem Ehmed Salih bo posta serokkomariyê berbijêr kiriye, herweha Letîf Reşîd jî berbijêrekî bihêz e, bi taybetî piştî ku Dewleta Yasa daye xuyakirin ku ewê deng bidin Letîf Reşîd. Dewleta Yasa 38 kursiyên wê hene.

Li gor siyaseta Iraqê ya 2003yan serokwezîr ji Şieyan, Serokê Parlamentoyê ji Suniyan û Serokomar jî ji Kurdan tê hilbijartin. Di navbera du partiyên Kurdî yên li Parlamentoya Iraqê de ji bo namzedê serokomar lihevkirin çênebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst