Hêzên Tirkiye gundên Şehba, Til Rifat û Minbicê topbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiye gundê Ereb Hesen li bakurê Minbicê li rojhilatê Helebê û gundên Hesacik û Qûl Sirûc li navçeya  Şehba li bakurê Helebê  û derdora bajarokê Til Rifatê li  bakurê rojavayê Helebê topbaran kirin.

Li gor daxuyaniya Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya ser bi HSDê, êvara 13ê Cotmehê, hêzên Tirkiye gundê Ereb Hesen li bakurê Minbicê li rojhilatê Helebê topbaran kirin, di encamê de 3 top li malên gund ketin, tirsek ket nava gundiyan û malên xwe bicîh hiştin.

10ê Cotmehê jî,  hêzên Tirkiyê gundên El-Masî, el-Diyabat û Ewn el-Dadat ên Minbicê li rojhilatê Helebê topbaran kiribûn, di encamê de gundiyan malên xwe bicîh hiştibûn.

Hêzên Tirkiye her wiha gundên Hesacik û Qûl Sirûc li navçeya  Şehba li bakurê Helebê  û derdora bajarokê Til Rifatê li  bakurê rojavayê Helebê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 13ê Cotmehê hêzên Tirkiye gundên Hesacik û Qûl Sirûc li navçeya  Şehba li bakurê Helebê  û derdora bajarokê Til Rifatê li  bakurê rojavayê Helebê topbaran kirin.

12ê Cotmehê jî, hêzên Tikriye pêgehên hêzên Kurdî li gundên Til Cîcan, Zoyan û Kefir Naya li Şehbaya Helebê topbaran kiribûn.