Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bersiva Dije Terora YNKê da

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniya Dije Terora YNKê ya derbarê kuştina Hawkar Ebdullah Resûl de  wek “bersiveke pir tevlîhev û bêserûber” bi nav kir û got, “Em ne li dijî beşdariya ti dezgeheke navdewletî ne ji bo ku her kes encaman û destên li pişt vê kiryara terorîstî eşkere bike.”

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îro Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022an bi daxuyaniyekê bersiva daxuyaniya Dije Teror a Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya li ser kuştina Hawkar Ebdullah Resûl da.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di bersiva Dije Teror a Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) de dibêje, “Desteya Dije Terorê ya Silêmaniyê bersiveke gelek tevlîhev û bêserûber belav kir ku ev yek jî nîşana lawaziya wan di berevaniya ji encamderên wê kiryara terorîstî de ye lê di nava vê bersiva şikestî de daxwaza lêkolîneke navdewletî ji bo eşkerekirina rastiyê dikin. ”

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di beşeke din a daxuyaniyê de diyar dike ke ew ne li dijî beşdariya ti dezgeheke navdewletî ne ji bo ku her kes encaman û destên li pişt bûyera 7ê Cotmeha 2022an a ku bû sedema kuştina Hawkar Ebdullah Resûl, lêkolînê bike.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê anî ziman, “Her çend belge û îtîrafên tawanbaran ti gumanek li ser çawaniya encamdana vê êrîşa terorîstî ya tirsonek nehîştiye lê em wek Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ne li dijî beşdariya ti dezgeheke navdewletî ne ji bo ku her kes encaman û destên li pişt vê kiryara terorîstî eşkere bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê careke din daxwaza radestkirina hemû berpirsên wê kiryara terorîstî dike.

Roja Înê 7ê Cotmeha 2022an piştî nîvro, di encama teqîna otombîlekê de li taxa Serbestî/Park 32 ya Hewlêrê, efserê berê yê Dije Teror a Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Hawkar Ebdullah Resûl canê xwe ji dest da û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê roja Çarşemê encamên lêkolînên li ser êrîşa “terorîstî” ya roja 7ê Cotmeha 2022an a li taxa Serbestî ya Hewlêrê ragihand ku 6 tometbar hatine girtin û derketiye, “Ev kiryara terorîstî ji aliyê tîmeke Dije Teror a Silêmaniyê ve bi fermana rasterast a Berpirsê Giştî yê Dije Teror a Silêmaniyê Wehab Mecîd Baqî yê bi navê Wehab Helebceyî tê naskirin ve û Berpirsê Îstixbarata Dije Teror a Silêmaniyê Karzan Mihemed Reşîd hatiye encamdan.”