Polîsan li Mêrdînê çalakiya Kurdî asteng kir

13-10-2021
RÛDAW
Nîşan Gotûbêjên Avesta Abdullah Keskin Polîs Astengkirin Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Edîtor û xwediyê Weşana Avestayê Abdullah Keskîn diyar kir ku helwesta polîsan nayê qebûlkirin û ragihand ku ew dê gotubêjên bi Kurdî bidomînin.

Weşana Avestayê ku navenda wê li Stenbolê ye da zanîn, ku rêze gotûbêjên wêjeyî yên bi navê "Gotûbêjên Avesta" dabû destpêkirin, ya li Mêrdînê hatiye rawestandin.

Hat ragihandin ku polêsan xwestiye ku gotûbêja bi derhênerê şanoyê Mîrza Metîn re bi hinceta pandemiyê asteng bike û xwestine wêneyên beşdarên çalakiyê bikşînin.

Di derbarê astengiya polîsan de Weşana Avestayê li ser hasebaê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û got “Em Gotûbêjên Avesta li Mêrdînê radiwestînin!”

Weşana Avestayê di daxuyaniya xwe de wiha got “Em Gotûbêjên Avesta li Mêrdînê radiwestînin. Di gotûbêja Yekşemê ya Mîrza Metîn de polîs hatin, destpêkê gotin ji ber pandemî hûn nikarin çêbikin, piştre xwestin foto bigrin, dawî jî diyar bû ku naxwazin hevdîtîn-konferansên Kurdî çêbibin. Ji ber rewşa kesên peywendîdar em mecbûr man, vêga bernamê rawestînin. Hêvîdar in di demeke Kurt de dîsa karibin hev bibînin.”

 

Herwiha Edîtor û Xwediyê Weşana Avestayê Abdullah Keskîn jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û helwesta polîsan rexne kir.

Abdullah Keskîn di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ya qewimiye nayê qebûlirin û wiha berdewam kir “Pir na, çend sal berê di asta herî bilind de di mîtîngan de li bajarekî ku wergera Quranê ya bi Kurdî dihat hejandin, Mewlûda Kurdî dihat xwendin û enstîtu dihat vekirin, em nikarin gotûbêjeke wêjeyê ya biçûk bikin. Dixwazin bibêjin `Çi pêwîst heye, wê jî em dê bikin.`”

 

Li aliyê din Weşana Avestayê, di 16 Cotmehê de roja Şemiyê di çarçoveya rêza gotûbêjan de li Amedê bi moderatoriya Zeynep ya dê bi Lorîn S. Dogan re gotûbêjek pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst