Li Rojava avakirina çewlikan li nav zeviyên çandiniyê zêde bûye
Hewlêr (Rûdaw) - Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê avakirina çewlikan di nava zeviyên çandiniyê de bûye diyarde û rûbera her yek ji wan, ji donimekî heya 10 donim e.
Ronza Hewas Ibrahîm ku li gel malbata xwe bexçevana çewlikekî gundewarê Qamişlo ye, dibêje, dema ew hatin vir, ti kes li derdora wan tune bû, lê niha dora wan tev hatiye lêkirin sedemê jî wek nebaşbûna mûsim dibîne ku bi gotina, musim nayê, xwediyê erd neçar dibe zeviya xwe perçe perçe bike û bifiroşe.
Ronza Hewas Ibrahîm, Welatî, dibêje, “Musim nema tê, xelk ji xwe re dikin çewlik û îna û cejna têde derbas dikin.”
Beriya destpêkirina krîza Sûriyê, hikumeta wî welatî, destûra lêkirinê li navçeyên Kurdî bi giştî bi zehmetî dida û bi tu awayî rê bi avakirina çewlikan jî nedida.
Lê di salên şer de û piştî nemana desthilata hikumeta Şamê, li gor amarên texmînkirî yên Desteya Çandiniyê, du hezar çewlik li Cezîra Rojavayê Kurdistanê hatine avakirin.
Desteya Çandiniya Rojavayê Kurdistanê jî ku niha moleta avakirina çewlikan jê tê wergirtin, dibîne ku her kesê zêdetir ji 20 doniman zeviya wî ya çandiniyê hebe mafê wî heye di donimekî de ava bike, lê yê ku zeviya wî ji 20 doniman kêmtir be, nabe tê de lê bike.
Ebdulbaqî Mûsa, Hevserokê Rêveberatiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê, dibêje, “Li ser erdê çandiniyê û bi taybet xeta dehan ku cihê berhemên stratejîk ên wek ceh û nîsk û genim e, nabe çewlik ava bibin û ne jî dar. Li gor sîstemê divê ev li erdekî ku bi kêrî çandiniyê neyê bên avakirin.
Herçend e rûbera çandiniyê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê yek milyon û 530 hezar hektar e û asta lêkirin tê de heya niha tenê ji %1 e, lê ji bo ku negihêje asteke metirsîdar Desteya Çandiniyê moleta lêkirinê radiwestîne.