Bedlîs; 6 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tûxê (Tetwan) ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve, 6 kes bi tohmeta “qaçaxçîtiya koçberan” hatin girtin.

Parêzgariya Bedlîsê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku îro li navçeya Tûxê li dijî qaçaxçiyên koçberan operasyonek hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, di encama operasyonê de 6 kesên berguman hatine desteserkirin, ku nasnameya wan bi vî awayî hatiye ragihandin: O.E, F.B, B.S, E.A, S.K. û İ.D.

Her 6 kesên hatin desteserkirin, piştî temambûna îfadeyên wan li rêveberiya ewlekariyê bo dadgehê hatin veguhestin.

Li gor medyaya Tirkiyê, dadgehê derbarê her 6 kesan de bi tohmeta “qaçaxçîtiya koçberan” biryara girtinê da.