Platforma Zimanê Kurdî li Êlihê nûnertiya xwe vekir

13-10-2021
RÛDAW
Nîşan Platforma Zimanê Kurdî PZK Şerefxan Cizîrî Îmam Taşçîer Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) di daxuyaniyekê de ragihand ku wan nûnertiya xwe li parêzgehe Êlihê vekir û got, “Di dorê de Semsûr, Şirnex, Wan û Riha jî hene. Em ê li van bajaran jî nûnertiyan vekin.”

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) îro 13ê Cotmeha 2021an li Şaxa Genel İşê ya Êlihê civîneke çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevserokên HDPê yên Êlihê û çendîn rêveberên Platforma Zimanê Kurdî di civînê de amade bûn. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî  di civînê de axivî.

Şerefxan Cizîrî amaje bi wê yekê da ku wan  li parêzgeha li Êlihê jî nûnertiya xwe vekir û got, “Xebatên platformê ku 3 sal berê li Amedê hatiye avakirin berdewam dikin. Piştî Mêrdînê, em li Êlihê jî nûnertiya xwe vedikin. Em ê vekirina nûnertiyan bidomînin. Di dorê de Semsûr, Şirnex, Wan û Riha jî hene. Em ê li van bajaran jî nûnertiyan vekin.”

Platforma Zimanê Kurdî di sala 2018an de bi armanca  pêşxistin û xwedîderketina li zimanê Kurdî ji aliyê çendîn partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ve li parêzeha Amedê hat avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst