Mihemedê Rojavayî gihişt lingê xwe yê protez

13-10-2021
RÛDAW
Nîşan Mihemed Husên Rojavayê Kurdistanê Bakurê Kurdistanê Lingê Protez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qosera Mêrdînê, xêrxwazekî, ji bo zarokê ji Rojavayê Kurdistanê Mihemed Husên ku dîmenên wî li ser torên civakî belav bibûn û deng vedabû, lingê protez dabîn kir û Mihemed Husên kêfxweş kir.

Mihemed Husên zarokekî 5 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê ye û li navçeya Qoserê, ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê dijî. Dîmenên wî berî çend rojan li navenda Qoserê hatin tomarkirin û di demek kurt de li ser medya civakî belav bûn û deng vedan. Piştî belavbûna wan dîmenan xêrxwazekî navçeyê destê alîkariyê dirêjî Mihemed kir û xwest hemû xerciyên proteza wî dabîn bike.

Karsazê navê wî nehat eşkerekirin, lingê protez ji Mihemed re kirî û Rêvebirên Komeleya Êtîm û Sêwiyan ya Qoserê û tîmên tendirustiyê lingê protez gihandin Mihemed û ew êdî dikare bi hêsanî bimeşe.

Mihemed Husên berî 5 salan li Mêrdînê hestiyekî lingên wî kêm ji dayik bû, berî du salan beşeke lingê wî ji ber nebûna wî hestiyî, bi neçarî ji aliyê pizişkan ve hat birîn û bû xwedî pêdawîstiyên taybet.

Bavê wî, Sebrî Husên xwediyê du zarokan e û ji ber nebûna derfetên aborî nekariye ji kurê xwe re lingê protez bide çêkirin. Niha ji bo alîkariyê spasiya wî xêrxazî û aliyên peywendîdar kir.

Sebrî Husênê bavê Mihemed kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "Xwedê ji wan razî be, lingê protez ji kurê min ra çêkirin. Ji ber ku dimeşe em pir kêfxweş in, Mihemed jî kêfxweş e. Xwedê ji her kesê ku alîkarî kiriye razî be. Bi taybetî ji wî xêrxwazî razî be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst