Mesrûr Barzanî: Derbarê rewşa Kerkûkê de em li gel Kazimî rêkevtin

13-10-2021
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Kurd Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê Iraq Mistefa Kazimî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li “biryara azadkirina” xortên Kerkûkê yên desteserkirî kir û ragihand, ew li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê rewşa vê dawiyê ya Kerkûkê de rêkevtin e.

Mesrûr Barzanî îro di twittekê de ragihand, “Ez li gel Serokwezîr Mistefa Kazimî, derbarê rewşa vê dawiyê ya Kerkûkê û pêwîstiya vegerandina aştiyê axivîm. Me li hev kir li ser giringiya ewlehiya kesî bo hemû kekûkiyan, herwiha min pêşwazî li biryara wî kir jibo azadkirina tevahiya kesên hatibûne desteserkirin.”

Mesrûr Barzanî herwiha dibêje, “Em rêkevtin ku têkildarî vê mijarê em di peywendiyeke nêzîk de bin.”

Ji roja ragihandina encamên destpêkê yên hilbijartina parlamentoya Iraqê ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ve, rewşa Kerkûkê aloz bûye û hêzên ewlehiyên yên hikûmetê çend caran bi ser taxên Kurdan de girtin û zêdeyî 70 xortên Kurd desteser kirin.

Li gor zanyariyan, hêzên Lîwaya 61 a şeva duşema borî bi ser taxa Rehîmawa de girtin û di ahenga alîgirên PDKê de 10 kes desteser kirin û paşê ew kes bi kefalet azad kirin.

Lê sibeha Sêşemê, li çerxerêya Îxwan hêz hatin belavkirin û şeqamên sereke hatin girtin û wan hêzan êvariya heman rojê hejmareke bazgeh hatin danîn û 71 ciwanên Kurd desteser kirin û dest danîn ser telefonên beşeke xelkê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi cuda derbarê mijarê de li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî axivîne û daxwaza asayîkirina rewşa Kerkûkê jê kirine.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, di peywendiya telefonî ya Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî de biryar hat dayîn ew ciwanên hatine desteserkirin bên berdan.

Herwiha Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir, Hevserokê YNKê Bafil Talebanî peywendî bi Mistefa Kazimî kiriye û ji binpêkirinên hêzên ewlekariyê û êrişên li dijî malên Kurdan agahdar kirine.

Hêzên Komando yên Kurdistanê jî têkildarî bûyerên li Kerkûkê û ragihandibûn, "Em xwe xwediyên gelê Kerkûkê dizanin, ji ber vê yekê hemû hêzên komando yên Kurdistanê di amadebaşiyê de ne û li benda fermanê mane."

Lîwaya 61 hêzeke taybet e û piştî êrişên 16ê Cotmehê û vekişîna Dije Terora Iraqê ji Kerkûkê, li cihê wan hêzan hatiye bicihkirin. Ev lîwa ser bi Encûmena Wezîran a Iraqê ve ye, baregeha wan a sereke li nav Kerkûkê ye û her çar deriyên sereke yên Kerkûkê di destê wan de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst