Helbestvanekî Kurd bersiva Trump da

13-10-2019
RÛDAW
Helbestvanê Kurd Ehmed Dilzar
Helbestvanê Kurd Ehmed Dilzar
Nîşan Helbestvanê Kurd Ehmed Dilzar Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvanê Kurd Ehmed Dilzar, derbarê gotinên Trump ku gotibû Kurdan di Şerê Cîhanê yê Duyem alîkariya me nekirine de got, “Kurdan alîkariya me kirin, gelek jî berxwedêr bûn. Ji xwe Trump hîn ji dayik nebûbû, ew çi dizane!”

Helbestvanê Kurd Ehmed Dilzar ku 90 sal temenê wî heye û beşdarî Şerê Cîhanê yê Duyem de bûbû, aşkere kir ku wî di Artêşa Lîvî ku îngîlîzan li Iraqê ava kiribû cih girt û diyar kir ku Kurdan li gel Suryanan di wê artêşê û herwiha şer de roleke aktîv girt in.

Ehmed Dilzar ku ji Koyêya ser bi Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ve ye, beşdarî bernameya Rûdawê ya bi pêşkêşvaniya Hîwa Cemal bû û got, “Ez roja 28ê Sibata 1943an beşdarî wê artêşê bûm. Jimareya min a di wê artêşê de 8 hezar bû. Di wê artêşê de hejmara Kurdan nêzikî 9 hezaran bû lêbelê hejmara Suryanan zêdetir bû û ji 9 hezaran derbas dibû. Helbet Ereb jî hebûn û navenda artêşa me jî Hebbaniye bû.”

Helbestvanê Kurd ku di Şerê Cîhanê yê Duyem de beşdar bûbû, li ser gotina Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû, ‘Kurdan di Şerê Cîhanê yê Duyem de alîkariya me nekirin’ got, “ Kurdan alîkarî dan û gelek zîrek jî bûn. Serokê Amerîkayê ji xwe wan rojan hîn ji dayîk nebûbû, ew çi dizane! Herwiha bila di navbera me de be hişên wî ne li serê wî ne.”

Ehmed Dilzar di dewama gotinên xwe de got, “Serokê Amerîkayê her deqîqê biryarekê dide û jê vedigere. Got, ‘Eger Tirkiye êrişî Sûriyê bike ez dê aboriya wê wêran bikim’ lêbelê tiştek nekir. Berî niha jî gotibû, ‘Ez dê êrişî Îranê bikim ku ev gelek metirsîdar bû. Ji ber ku eger êrişî Îranê kiriba wan jî dê hemû Kurdistan wêran kiriba.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst