Kurdên Êzdî yên Rojavayê Kurdistanê gundên xwe vala dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, Kurdên Êzdî gundên xwe vala dikin û endamekî Encûmena Êzdiyên Rojavayê Kurdistanê jî dibêje: “Hemû Êzdiyên Rojava berê xwe didin Başûrê Kurdistanê.‎"

Endamê Encûmena Êzdiyên Rojavayê Kurdistanê Serhan Îsa bo Rûdawê ragihand ku ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, Kurdên Êzdî gundên xwe vala dikin û got: “Gundê Til Xatûn ku 15 mal lê bûn bi tevahî hatiye valakirin û akinciyên wê berê xwe dane nêzîkê bajarokê Tirbe Spiyê û li gundê Alareş bicîh bûne.”

Serhan Îsa got: “Piştî êrîşên DAIŞê nêzîka 3 hezar Kurdên Êzdî li Rojavayê Kurdistanê mane, niha ji ber êrîşên Tirkiyê, ew hejmar jî xwe amade dikin ji Rojavayê Kurdistanê birevin û berê xwe didin Başûrê Kurdistanê.”

Di heyama 5 rojên êrişê de bi awayekî berdewam bajarên Rojavayê Kurdistanê yên dikevin ser sînor ji aliyê Tirkiyê ve tên bombebaran û topbarankirin.

Di encama bombebaran û topbaran artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê heta niha hejmareke xelkê sivîl canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Herwiha di serî de Serê Kaniyê û Girê Spî, li navçeyên dikevin ser sînor, şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanên Kurd û grûpên çekdar ên bi piştevaniya artêşa Tirkiyê, rû didin.