Karsazên Bakurê Kurdistanê nikarin ji bankayan kredî bistînin

Amed (Rûdaw) - Ji ber qeyrana aboriyê di serî de li Amedê û li Bakurê Kurdistanê bi sedan karsaz ji ber ku nikarin ji bankayan kredî bistînin, dikevin tor û dafika faîzxuran ango tefeciyan. Serokên odeyên karsazan hişyar dikin, eger hikûmet ji vê rewşê re çareseriyek nebîne, gelek karsazên ku nikarin deynê xwe bidin dê rastî êrîşên mafyayî yên faîzxuran bên û dibe ku gelek ji wan bên kuştin jî.

 

Ji ber qeyrana aboriyê bankayên li bajarên Kurdan bi hêsanî deyn nadin karsazên Kurd.  Bankayan riyên dayîna deynan li ser karsazan pir zehmet kiriye. Ji ber vê yekê jî gelek karsaz neçar in ku bi awayekî derqanûnî biçin ji faîzxuran deyn bikin.

 

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya, bi bîr dixe ku ji ber astengiya bankayan hin karsazên wan bi riya faîzxuran pere peyda dikin û ev yek jî dê di pêşerojê de wan karsazan û malbatên wan bixe zehmetiyê.

 

Mehmet Kaya ji Rûdawê re ragihand: “Banka bi riyên fermî deynên xwe distînin lê faîzxur riyên mafyayî bi kar tînin. Yan dest datînin ser mal û milkên wan yan jî wan dikujin. Yan jî ew karsaz bixwe xwe dikujin. Dikarin zirarê bidin malbata wan jî. Rewş pir xeter e. Me berê jî ev tişt dît, niha jî em dibînin.”

 

Burç Baysal jî navdar ê Amedê ye. Ew jî dibêje gelek karsaz ketine tor û dafika faîzxuran û divê hikûmet ji bo van karsazan bi riya bankayan hêsankariyek bike.

 

Serokê Komeleya Karsazên Pîşesaziyê yên Amedê (DÎSÎAD)Burç Baysal diyar kir: “Eger hikûmet piştgiriya pere bide saziyên fînansê, em dikarin karsazên xwe ji vê rewşa zehmet xilas bikin. Hikûmetê gotibû ew ê heta 100 milyon dolarî deyn, bikaribin sererastkirinek çêbikin. Ev yek aşkera jî kir. Lê lêçûna pere û şert û mercên niha, rê nade ku karsaz ji vê tengasiyê derkevin.”

 

Li Amedê û hin bajarên din ên Kurdan zêdetir karsazên avahiyan ango mutahîd ji vê qeyrana aboriyê ketine tengasiyên mezin. Lewre lêçûnên lêkirina avahiyan ji sedî sed zêde bûne û dahata van karsazan jî kêm bûye. Ji ber vê yekê jî herî zêde karsazên ku kar û barên çêkirina xaniyan dikin ketine tora faîzxuran.