YRK: Me tol hilda - 6 caş hatin kuştin

13-10-2016
RÛDAW
Nîşan PJAK YRK Hewraman Rojhilatê Kurdistanê Îran Caş
A+ A-

Navenda Nûçeyan – PJAKê ragihand, gerîlayên wan li devera Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê êrişî hêzên Îranê kirine û di encamê de 6 endamên xwecihî yên hêzên Îranê kuştine.

 

Baskê leşkerî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand, ku gerîlayên wan duh çarşemî 12ê Cotmehê çalakiyek din li dijî hêzên Îranê pêk anîne.

 

Biryargeha Yekîneyên Parastina Rojhilat Kurdistan (YRK) ragihand, ku ew çalakî ji bo tolhildana kuştina 12 gerîlayên wan hatiye pêkanîn û di encamê de 6 caşên ser bi Hikûmeta Îranê ve hatine kuştin.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Duh roja çarşemî seat 17:30’an hêzên me ji bo tola şehîdkirina 12 gerîlayên me yên li navçeya Selas Bawecanî ya ser bi parêzgeha Kirmaşan bistînin, çalakiyek lidarxistin.

 

Di çalakiya li gundê Ruwarî ya ser bi herêma Hewramanê de, çend caşên ser bi kesek bi navê Emîn Esperêsî hatin hedefgirtin. Di encamê de 6 caş hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.”

 

YRKê herwiha da zanîn ku di encama çalakiyê de, gerîlayeke jiyana xwe ji dest daye.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de baskê leşkerî yê PJAKê ragihand:

 

“Em sond û peyamana xwe bi hemû şehîdan re carekedin dubar dikin. Em dê nehêlin xwîna şehîdên me li erdê bimîne. Ti kiryarek Komara Îslamî ya Îranê û caşên wê bê bersiv nayê hiştin.”

 

Duh jî YRKê ragihandibû, ku di çalakiyên Merîwan û Serdeştê de 26 pasdarên Îranê û hêza Besîc hatine kuştin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst