Agahiyên nû li ser berdana Ferhad Hemo

Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina DAIŞê peyamnêrê Rûdawê Ferhad Hemo berda.

Peyamnêrê Rûdawê Ferhad Hemo bi hewlên malbata xwe û piştevaniya Rûdawê îro hat berdan.

Agahiyên nû li ser berdana Hemo

Çavkaniyekê ji Qamişlo ji Rûdawê re ragihand ku, Ferhad Hemo hêj bi malbata xwe re neaxiviye û da zanîn ku Hemo dê saeteke din bigihê Qamişlo.

Peymanêrêr Rûdawê yê Qamişlo Ferhad Hemo û wênegirê Rûdawê Mesûd Eqîl 15ê meha 12ê ya par li ser rêya Qamişlo – Til Koçer ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn girtin.

Mesûd Eqîl 21ê Îlonê ji aliyê DAIŞê ve hatibû berdan.