Malbata Ferhad Hemo: Dibe ku Ferhad cem hêzên hikûmetê be

Hewlêr (Rûdaw) - Birayê rojnamevan Ferhad Hemo ragihand, ku kesekî telefon ji malbata Ferhad re vekiriye û ji wan re got ku Ferhad Hemo serbest hatiye berdan.

Birayê Ferhad Hemo, Aras Hemo ji Rûdawê re ragihand ku kesekî telefona malbata wî kir û ji wan re got ku Ferhad Hemo serbest hatiye berdan.

Aras Hemo herwiha got ew kes bi zimanê erebî bi wan re axivî û ji wan re got ku Ferhad serbest hatiye berdan.

Hemo anî ziman gumana wan ew e ku niha birayê wî li cem hêzên hikûmeta Sûriyeyê be.

Ferhad Hemo û kameraman Mesûd Eqîl 15ê meha 12ê sala 2014 li ser rêya Qamişlo - Til Koçer ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn girtin.

Mesûd Eqîl îsal roja 21ê Îlonê serbest hatibû berdan.