Kobanî (Rûdaw) - Rêveberiya xweser li Kobanî ragihand, ku rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Anmesty International) ya ku dibêje YPGê tawanên şer pêk anîne nerast e.
Cîgirê Serokê Pêwendiyên Derve li Kobanî Idrîs Nasan ji Rûdawê re ragihand ku ew rapora ku ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ve hatiye amadekirin nerast e û ne bêalî ye.
Idrîs Nasan herwiha got ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî zanyariyên xwe ji çavkaniyên nerast wergirtine û bang li wê rêxistinê kir ku di amadekirina raporên wisa de hevrêziyê ligel wan bikin.
Cîgirê Serokê Pêwendiyên Derve yê Kantona Kobanî destnîşan kir ku eger YPG bi rastî malê xelkê ereb û tirkman wêran dike, çima ereb û tirkman bi rêya deriyê sînorî yê Murşidpinar vedigere malên xwe?
Rêxistina mafên mirovan Amnesty International (AI) hêzên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê bi wê yekê tometbar dike ku ew xelkê ji cihên wan derbider û malên wan wêran dikin.
Li gor raporteke ku roja sêşemê hate belavkirin, li herêmên di bin kontrola PYDê de, bi taybetî herêmên ereban, hinek gund bi temamî hatine valakirin û bi hezaran kes mecbûrî koçê hatine kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse