Çekdarên DAIŞê bi tirkî û erebî dijûn didan…

13-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Kobanî (Rûdaw)- Li herêma Kobaniyê ku hêj şer didome êvarî dîsa êrîşên asmanî hatin pêkanîn. Şervaneke Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ragihand ku endamên rêxistina DAIŞê bi zimanê tirkî û erebî li ser bêtêlê dijûn didan.


Pevçûnên 15ê Îlonê destpêkirin taybetî li rojhilatê Kobaniyê bi tundî didome.


Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyandin di encama êrişên xwekûjiyê de yên bi 4 wesayîtan pêkhatî, 3 kes birîndar bûn. YPGê ragihand ku wesayîtek li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê hêj serde deriyê sînorê Murşîtpinarê nebûyî hat teqandin.


Di encama teqînan de gelek mal û kargehan zerar dît û agirê derketî jî heta şev venemirî.


Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ji bo deriyê nexweş derbasî Bakurê Kurdistanê dibe kontrol bike êrişân dike.


Pevçûn li herêma pîşesaziyê ya li ser sînor û kolana 48emin didome.


Peyamnerê Rûdawê ji ragihand ku işev dorê saet 20.00 balafirên şerî çeperên rêxistina DAIŞê bombebaran kirin.


Peyamnêrî herwiha da zanîn DAIŞê îro jî ji derveyê navenda bajêr bi roketan û topavêjan êriş li bajêr kirin.


Fermandariya Navenda Hêzên DYAyê (CENTCOM) jî daxuyandin  li Kobaniyê 7 êrîşên asmanî li dijî çeper û çekdarên DAIŞê hatîn pêkanîn.

 

Di encama êrîşên asmanî de balafirên  Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û  Erebistana Siûdî beşdar bûyîn de çeperek û 5 avahiyên di bin kontrola rêxistina DAIŞê hatin bombebarankirin.


Balefirên şerî li Reqayê jî baregehek ya DAIŞê rûxand.


Jiyana şervana YPJê ji ANHAyê eşkere kir ku endamên DAIŞê bi bêtêlan bi zimanê tirkî û erebî dijûn didan wan û got, “Dijûn didan. Hemûyan jî bi zimanê tirkî û erebî diaxaftin. Ev yek jî nîşanî me dide ku kî alîkariya DAIŞê  dike. Ji serî û pê de Tirkiye şerî me dike.”


Herwiha Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê jî 15 tankên xwe li ser sînorê Pirsûsê û Kobaniyê cih kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst