Li Rihayê mînîbus li traktorê qelibî: 12 kes birîndar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Karakopruyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbusa rêwiyan li traktorekê qelibî û yek jê bi giranî 12 kes birîndar bûn.

Li navçeya Karakopruyê ya Rihayê li nêzîkî gundê Tilmenê li ser rêya Riha û Hewagê mînîbusa rêwiyan a ku şofêrê wê Huseyîn Karataş (22) bû ji paş ve li traktora ku şofêrê wê Osman Baz (68) bû qelibî.

Di encama bûyerê de şofêr Huseyîn Karataş û yek jê bi giranî 11 rêwiyên di mînîbusê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Rihayê.

Hat zanîn ku di nav birîndaran de rewşa Alî Mihemedê welatiyê Sûriyeyê giran e.