Nahît Eren: Divê careke din îfadeya Salîm Guran were standin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser doza Narîn Guranê axivî û diyar kir ku divê careke din îfadeya Salîm Guran were standin.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li avahiya baroyê li ser rewşa dawî ya doza Narîn Guranê bersiva pirsên rojnemegeran da.
Nahît Eren amaje destpêka bûyerê kir û got:
“Di çarçoveya lêpirsînê de biryara qedexeya weşanê û nepenî hebû.
Divê mirov nepeniya lêpirsînê û qedexeya weşanê tevlîhev neke.
Hinek derdorên medyayê îfadeyên ku ‘nepeniya dosyayê’ bin pê dikin parve kirin.
Tu dibêjî ‘ji bo Narînê edalet’ lê îfadeyên ku parve dikî dê me ji faîlan dûr bixe.
Em ji aliyê pîşeya çapemeniyê ve etîk nabînin, bi rojan ev îfadeyên girtekan hatin parvekirin.
Raya giştî dixwaze li ser Narînê agahiyên rast bistîne.
Vê rewşê bandor li raya giştî ya welêt kir û di nava civakê de hestyariyeke ku êdî ji van bûyeran re bibêje ‘bes e’ derket holê.
Ev hestyariya, bi qîmet û watedar e.”
Nahît Eren da zanîn ku ji destpêkê ve wekî baro ew pêvajoya lêpirsînê dişopînin û wiha axivî:
“Em ji bo parastina serdestiya hiqûqê hene.
Bi salan e Baroya Amedê daxilî dosyayên zarokên mîna Narînê bû.
Ji îro ve jî Baroya Amedê ji bo faîl cezayê heq dikin bistînin, wekî miştekî me serlêdan kir.
Ji ber ku endamên malbatê gumanbar in, Baroya Amedê bi awayekî fermî wekî miştekî serlêdana xwe kir.”
“Di bûyerên wisa de malbat gumanbar e”
Nahît Eren di berdewamiya axaftina xwe de behsa rojên lêgerînê jî kir û anî ziman:
“Em baş dizanin ku di bûyerên heman rengî de endamên malbatê yan jî cîran wekî faîl û gumanbar in.
Ne hêzên ewlehiyê ne jî aliyên lêpirsînê serî li gumaneke wiha dan.
Li ser îxbar û îfadeyên şahidên derew, wekî ku Narîn hatibe revandin nîşan dan.
Li gorî me ev yek kêmasî û binpêkirin e.
Me her tim bal kişand ser vî alî.
Cara ewil e ez vê bi çapemeniyê re parve dikim.
Careke din bi tecrûbeyan derket holê ku em mafdar in.
Wekî kesekî ku hîs dike gelek xeletiyan zerer daye lêpirsînan, Enes Guran bi şopên li ser destê wî hat desteserkirin.
Di heman rojê de wan ew bir Stenbolê.
Li ser destên wî şopên nenûkan, serûçavên wî reşûşîn bûbûn.
Bêyî ku lê binêrin bê ka mînakên DNAyê yên kesekê din li ser bedena wî hene yan na lêkolîn kirin.
Dibe ku ew yên Narînê bin yan jî yên wê nebin.
Piştî rojekê jî dayîk wekî gumanbar hat desteserkirin û piştre hat berdan.
Mînakên DNAyê di wesayîta apê wê de hatin dîtin. Piştre ew hat desteserkirin û girtin.
8ê Îlonê jî cenazeyê Narînê li rex rûbarî hat dîtin û derheqê 23 kesan de biryara desteserkirinê hat dayin.
Yek ji wan mela bû û piştî îfadeyê hat berdan. Newzat Bextiyar jî di heman rojê de hate desteserkirin.
Çapemeniyê, Newzat wekî îtirafkar, şahidê nepen nîşan da.
Hat tespîtkirin ku agahiyên Newzat parvekirine ne rast in.”
"Baroya Amedê nahêle doz were girtin"
Eren da zanîn ku divê demildest dîsa îfadeya Salîm Guran were standin û wiha got:
“Me wekê baro ji dadgehê xwest ku îfadeya Salîm Guran ji nû ve bê standin. Hîn bersiva me nehatiye dayîn.
Di vê çarçoveyê de hemû îfadeyên tohmetbaran nakok in.
Ez wekî parêzerekî dibêjim, di encama vê lêpirsînê de wê faîl derkevin holê, heger dadgeh roja ewil ji malbatê biketa gumanê wê Narîn bihata dîtin.
Wê Baroya Amedê destûra vê yekê nede ku dosye di tariyê de bimîne û ser were girtin.”