Dê, bav û birayê Narînê di îfadeya xwe de çi got?

Hewlêr (Rûdaw) – Îfadeyên dê, bav û birayê Narînê gelek pirs û nezelalî bi xwe re anîn.

Narîn Guran 21ê Tebaxê li gundê Çûliyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîna li ser dozê didomîne.

Dêya Narînê Yuksel Guran (44), kekê wê Enes (18) apê wê Fuat Guran (41), pismamê wê Muhammet Kaya (23)  dotmama wê Bîrsen Guran (19), jinapa wê Maşallah Guran (46), hevjînê metika wê Mehmet Şevket Kaya û Mehmet Selîm Atasoyê (40) ku karkerê apê wê Salîm Guran e hatin girtin.

Dêya wê Yuksel û kekê wê Enes ji ber “şirîkatiya kuştina biqest” apê wê Fuat ji ber “nehiştina delîlan” û her 5 kesên din jî ji ber “hêvişandina sûcdaran û nehiştina delîlan” hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Gumanbarên bi navê Kurtuluş, Omer Faruk Guran, Melîke Guran û R.A. (15 salî ye, karkerê Salîm Guran e) jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Bi vî awayî hejmara girtiyan bû 10.

Îfadeya dêya Narînê?

Yuksel Gurana dêya Narînê di îfadeya xwe ya li dozgeriyê gotibû ku ew nizane bê ma Narînê wê rojê çi li xwe kiriye lê paşê gotibû ku şimika xwe ya sor xistiye lingê xwe.

Yuksel Guranê pirsa, “Madem te nedîtiye Narîn ji malê derketiye tu çawa dizanî ku şimika sor xistibû pêyê xwe?” wiha bersivand:

“Du cot şimikên Narînê hebûn, cotekî reş û cotekî sor. Ji ber ku şimikên reş li malê bûn min texmîn kir ku yên sor xistine lingê xwe.”

Pirsên din ên dadgehê û bersivên Yuksel Guranê wiha ne:

Dozger: Te çima xeber neda hevjînê xwe?

Yuksel Guran: Ji ber ku ji Êlihê vedigeriya min nexwest di rê de bitirse.

Dozger: Ti pêwendiya te bi Salîm Guran re heye?

Yuksel Guran: Na, tiştekî wisa nîne.

Dozger: Ji bo ku rastî têkiliya te û Salîm hat te ew kuşt?

Yuksel Guran: Min qet Narîn nedîtiye û tiştekî wisa ne mumkin e.

Dozger: Nevzat Bahtiyar di îfadeya xwe de gotibû, “Salîm ji koxa mala Narînê gazî min kir û got Nevzat karê min û te heye.” Gelo te ev bihîst?

Yuksel Guran: Em li ber klîmayê radikevin û pace girtî ne. Dibe ku deng nehatibe.

Dozger: Piştî ku Narîn winda bû we tejên mala xwe şûştin?

Yuksel Guran: Min tej neguherine lê ji ber ku çûn û hatin gelek bû tejên me gelekî qirêjî bûn. Min piştî windabûna Narînê bi 5-6 rojan xaliyên paqij raxistin. Xaliyên berê li malê ne û nehatine şûştin.

Dozger: Te roja bûyerê betanî daye Salîm Guran?

Yuksel Guran: Min betanî nedaye kesî, gelek kes diçûn û dihatin mala me. Heke hineke din betanî dabiyê haya min jê nîne.

Îfadeya Enes

Yek ji kesên ku ji ber kuştina Narînê hatiye girtin jî kekê Narînê Enesê 18 salî ye.

Enes di îfadeya xwe de li ser Nevzat Bahtiyarê ku termê Narînê veşartiye got:

“Feqîr e, kesekî melûl e. Dibe ku ji bo pereyan kiribe. Dibe ku ji ber tirsê kiribe.”

Dadgehê sedema şînoreşobûna milê wî û çavê wî jî jê pirsî.

Enes jî got ku wî ji xeman milê xwe gez kiriye û got, “Ez nizanim bê ma çavê min ji ber darikên garis wiha bûye yan min kulm lê daye.”

Îfadeya bavê Narînê

Arîf Guranê bavê Narînê jî piştî îfadeya xwe hatibû berdan.

Bavê Narînê di îfadeya xwe de gotibû, “Em qet otomobîla Salîm bi kar nayînin. Ez û zarokên xwe bi ti awayî li vê otomobîlê siwar nebûne.”

“Gelo tu bawer dikî ku hevjîna te tu lehebandibî?”

Arîf Guran pirsa “Tu şikan jê dibî ku hevjîna te tu lehebenadibî? Dibe ku di navbera wê û Salîm de tiştek hebe?” bi vî rengî bersivand:

“Qetiyen nabe ku di navbera wan de tiştek hebe. Ez vê dibêjim çimkî baweriya min bi hevjîna min heye, ne bi Salîm.

Birayê min an hevjîna min, qet ferq nake. Ez dixwazim sûcdar bên cezakirin.”

Li hêla din, qeydekê dengê Salîm Guran derketibû holê ku dibe amaje bi hinek delîlan bike.

Her wiha Nevzat Bahtiyarê ku cenazeyê Narînê di çem de veşartiye li gelek tiştan mikur hatibû.