Pêşangeha Gastronomiyê ya Wanê: ‘Xwarinên Wanê xweş in’

Wan (Rûdaw)- 2yemîn Pêşangeha Gastronomiyê ya Wanê tê li darxistin. Navçeyên Wanê û bajarên nêzîkî Wanê li navenda bajêr gihane hev.

Mêvanên pêşangehê ji lidarxistina pêşangehê kêfxweş in û dibêjin: “Xwarinên Wanê xweş in.”

Di nava pêşengehê de kebabeke 65 metreyî hat biraştin.

Ji bo çêkirina kebabê 70 kîlo goşt hat amadekirin û ew kebab li xelkê hat belavkirin. 

Di pêşengehê de gelek cûreyên xwarinê yên bajarê Wanê û navçeyên Wanê hatin nişandan

Xwediyê Xwaringeha Salîh Hosta Sadûn Işik eşkere kir ku wan kebabeke 65 metreyî biraştiye û li xelkê belav kiriye.

Sadûn Işik ji pêkhatina pêşangehê kêfxweş e û serkeftinê ji hemû dikandar û esnafên Wanê re dixwaze. 

Li derveyî pêşangehê kebabeke 65 metreyî tê amadekirin û li salona pêşengehe jî helîse tê çêkirin.

Helîse wekî yek ji xwarinên Wanê ye û ji goştê mirîşkan, danê hêrayî û pîvazê pêk tê. Helîsê divê 6 seatan bê kelandin û nivîşk li ser bê gerandin. 

“Bav û bapîran helîsê çêdikir”

Hostayê Helîseyê Sedat Yildirim Çakar li ser amadekirina helîseyê wiha got:

“90 sal beriya niha bab û bapîrên me Helîse çêkiriye. Di nav de danê şûştî û goştê mirîşkan heye.

Wê demê wekî niha nebû, tenûr hebûn û li ser tenûran hatiye amadekirin. Heta 4 rojan jî dihat xwarin.“

Berpirsên îdarî, nûnerên saziyên fermî û sivîl ên Wanê û navçeyên wê û aşpêj jî tevlî pêşangehê bûn.

“Em gelekî kêfxweş in”

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Necdet Takva li ser pêşangehê wiha got:

“Me tevî Hevseroka Şaredariya Mezin a Wanê û Şaredarê Îpekyoluyê pêşengeha xwe vekir. Em niha jî li standan digerin û bi rastî jî em gelekî kêfxweş in. “

Serokê Odeya Pîşesazî Bazirganiyê ya Geverê Salîh Ozdemîr jî tevlî pêşangehê bû û wiha got:

“Me taybet cureyên penêr amade kirine, penêrekî me heye, navê wî penîrê kezî ye’ me ew aniye û me penêrê bisîrik jî aniye.”

“Pêşangeh gelekî xweş e”

Xelkê tevlî vê pêşengehê dibin û wê ziyaret dikin li tahmên xwarinên Wanê û herêmên wê dinêrin.

Ferîda Altun kebaniya malê ye. Ferîdayê jî behsa xwarinên li pêşangehê kir û wiha berdewam kir:

“Gelekî sipehî ye. Gelekî cindî ye. Loma em hatin. Em hatin xwe fêrî tiştên nû bikin. Tiştê ku me nediye em bibînin. Em hatine devînê bixwin. Ev e devîn e.”

Saîd Durmuş jî dikandar e û wî jî seriyek li pêşangehê daye û li gorî wî divê her demê pêşangehên wisa li Wanê pêk werin.

Îsal 63 kompanya û sazî tevlî 2yemîn Pêşangeha Gastronomiyê ya Wanê bûn û mêvanê sereke yê pêşengehê jî bajarê Trabzonê bû pêşengeh dê heta 15ê vê mehê berdewam bike.