Dengê apê Narînê derket holê: ‘Remezan keçik miriye?’

6 demjimêr berê
Nîşan Narîn Guran Salîm Guran Qeyda Dengî Ramazan Atasoy
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qeydeke dengî derket holê ku Salîm Guran ji karkerê xwe Ramazan Atasoy dipirse, “Remezan keçik miriye?”

Narîn Guran 21ê Tebaxê li gundê Çûliyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîna li ser dozê didomîne.

Dêya Narînê Yuksel Guran (44), kekê wê Enes (18) apê wê Fuat Guran (41), pismamê wê Muhammet Kaya (23)  dotmama wê Bîrsen Guran (19), jinapa wê Maşallah Guran (46), hevjînê metika wê Mehmet Şevket Kaya û Mehmet Selîm Atasoyê (40) ku karkerê apê wê Salîm Guran e hatin girtin.

Dêya wê Yuksel û kekê wê Enes ji ber “şirîkatiya kuştina biqest” apê wê Fuat ji ber “nehiştina delîlan” û her 5 kesên din jî ji ber “hêvişandina sûcdaran û nehiştina delîlan” hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Gumanbarên bi navê Kurtuluş, Omer Faruk Guran, Melîke Guran û R.A. (15 salî ye, karkerê Salîm Guran e) jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Bi vî awayî hejmara girtiyan bû 10.

“Remezan keçik miriye?”

Nûçegihanê Halk TVyê Ferît Demîr da zanîn ku qeydeke dengî ya Salîm Guran derketiye holê û got:

“9 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatine kirin. Di nav wan de karkerê Salîm Guran ê bi navê Ramazan Atasoy jî heye.

Salîm Guran û Ramazan Atasoy piştî ku Narîn winda bûye bi telefonê axivîne.

Qeydên axaftina wan derketin holê û Salîm Guran ji karekerê xwe Ramazan Atasoy dipirse, ‘Remezan keçik miriye?’”

2 tişt tên fêhmkirin

Li gorî gotina Ferît Demîr ji vê qeydê du tişt tên fêhmkirin:

-Narîn bi saxî teslîmî Ramazan Atasoy hatiye kirin

-Navzat Bahtiyarê lixwemikurhatî û Ramazan Atasoy bi hev re ne

Di vê navberê de, divê were gotin ku Ramazan Atasoy di nav wan kesan de ye ku îro bi şertê kontrola edlî hatine berdan.

Narîn 21ê Tebaxê winda bû

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li gundê Çûliyê yê Amedê “winda” bû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya 8ê Îlonê ragihand ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.

“Termê wê di nava kîsekî de hat dîtin”

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu piştre daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

“Narîn Guran saet 08:45an tevî cilên xwe li kêleka rûbarekî bi mirîtî hat dîtin.

Termê wê di nava kîsekî de bû û di bin keviran de hatibû veşartin.”

Karên otopsiyê yê Narînê li Saziya Tiba Dadî ya Amedê hatin kirin.

Li gorî raporê, termê Narînê 15 rojan di nav avê de maye û çoka wê hatiye şikandin.

24 kes hatibûn desteserkirin

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Narînê de dê, bav, ap û birayên wê ji di nav de 24 kes hatibûn desteserkirin.

Bavê wê Arîf û 9 kesên din bi şertê kontrola dadî hatibûn berdan.

Nevzat Bahtiyarê lixwemikurhatî yê ku cenazeyê Narînê di çem de veşartiye di îfadeya xwe de behsa rûdanên roja kuştina Narînê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst