2 namzedên Parlamentoya Kurdistanê propagandaya xwe bi berrûkan dikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Kurdistanê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Du namzedên 2 lîsteyên Îslamî ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê berrûk (nîqab) li xwe kirin û wan diyar kir ku ew bi vî awayî kampanyaya xwe bi rê ve dibin.

Serokê lîsteya Tevgera Îslamî ya parêzgeha Helebceyê ku yek ji wan namzedên bi berrûk e got:

“Nîqab xala hêzê ye û gelek kes dê ji ber wê dengê xwe bidin min.”

Du jinên ji du lîsteyên cuda bi berrûkên xwe ji bo hilbijartinên xula 6emîn a Parlamentoya Kurdistanê bangeşeyê dikin.

Seroka lîsteya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ya Helebceyê Leyla Elî Ebdulezîz sala 1976an ji dayîk bûye û xwişka Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Elî Ebdulezîz e.

“Berrûk beşek ji kesayetiya min e”

Leyla Elî Ebdulezîzê ji Rûdawê re got:

“Ji bo min, berrûk beşek ji kesayetiya min e, ji ber vê yekê ez dê di kampanyaya xwe de berrûkyê li xwe bikim û hemû wêneyên min dê bi berrûkyê bin.

Ez pêşbînî dikim ku ji ber cil û berg û nîqaba min gelek kes, mêr, jin, keç û xort dengê xwe bidin min.”

Namzeda ku Koleja Şerîet û Zanistên Îslamî qedandiye, piştî vekişîna fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ya ji xula 5emîn a Parlamentoya Kurdistanê çend mehan bûbû parlamenter.

Piştre bi biryara Dadgeha Federal dirêjkirina dem û biryaran, guhertina parlamenteran jî di nav de hatibû “betalkirin”.

Amîne Mehmûd Qadira ku wekî Amîne Kelarî jî tê naskirin, yek ji wan du namzedan e ku bi berrûkê ji bo hilbijartina xula 6emîn Parlamentoya Kurdistanê kampanyayê dike.

Ew sala 1972yan ji dayîk bûye û dayika 5 zarokan e, namzeda lîsteya Tevgera Pêwendiyên Îslamî ya bi serokatiya Kamil Hacî Elî ye.

Amîne Mehmûd Qadirê ji Rûdawê re anî ziman:

“Ez dixwazim xizmeta gel û niştimana xwe bikim.

Ez dev ji nîqabê bernadim û wêneyên xwe jî bi vî awayî dadiliqînim.

Hêvîdar im xelk piştgiriya min bike.

Berê jî çend caran ji min hat xwestin ku ez bibim namzed, min red kiribû lê vê carê min qebûl kir.”

“Ya girîng rizaya Xwedê ye”

Amîne Mehmûd Qadirê her wiha got:

“Ya girîng xizmetkirin û rizaya Xwedê ye.

Ev ji bo min girîng e û ez hêvî dikim ku ji bo dînê xwe û peyama wê di xizmeta her kesî de bim.”

Amîneya ku nasnavê wê yê Kelarî heye şêniya Hewlêrê ye û li bazineya Hewlêrê namzed e.

Ew 12 sal in karmendê bi peyman e û li Zanîngeha Îraqê ya Bexdayê beşa zimanê Erebî qedandiye.

18ê Çiriya Pêşînê dengdana taybet û 20 Çiriya Pêşînê jî dê hilbijartinên giştî werin kirin.

Mafê dengdanê yê 2 milyon û 899 hezar û 578 kesan di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de heye ku ji wan 2 milyon û 683 hezar û 618 kes dengderên giştî û 215 hezar û 960 kes jî dengderên taybet in.

Ji bo xula 6emîn a Parlamentoya Kurdistanê dê 1431 binkeyên dengdanê werin vekirin ku ji wan 1266 binkeyên dengdana giştî û 165 jî binkeyên dengdana taybet in.

Dê 1198 namzedên serbixwe, kotayên pêkhateyan, partî û hevpeymanan ji bo bidestxistina 100 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê hevrikiyê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst