Amerîkayê bangî Rêveberiya Xweser kir: 'Ji bo hilbijartinan dem ne guncav e'

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Sûriye Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku niha dem ji bo lidarxistina hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser ne guncav e.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

“Şertên lidarxistina hilbijartinan pêk nehatine”

Di daxuyaniyê de amaje bi rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat kirin:

“Amerîka dinirxîne ku şert û mercên pêwîst ji bo lidarxistina hilbijartinên azad, adil, zelal û berfireh li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk nehatine.

Amerîka ji ber vê yekê piştgiriyê nade daxuyaniya dawî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Amerîka bi berdewamî ragihandiye ku her hilbijartinên ku li Sûriyeyê çêbibin, divê azad, dadperwer, zelal û berfireh bin û li gorî biryara 2254an a Konseya Encûmena Ewlehiyê ya Neteweynên Yekbûyî pêk werin.

Şert û mercên hilbijartinên bi vî rengî niha li Sûriye û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk nehatine."

"Li ser lidarxistina hilbijartinan kar bikin"

5ê Îlonê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser derbarê lidarxistina hilbijartinên şaredariyan daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de gotibû:

“Ji bo ku li gorî pêwîstiyê amadekariyên pêwîst ji bo hilbijartinên şaredariyan bên kirin, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji komîsyonên kantonan re destûrê dide ku li gorî rewşa her parêzgehekê di dema ku ew guncav dibînin de li ser lidarxistina hilbijartinên şaredariyan kar bikin.”

Çi bûbû?

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê biryar dabû ku 11ê Hezîranê hilbijartinên şaredariyan bên kirin.

Tirkiyeyê piştî vê biryarê êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kiribûn û ji bo hilbijartin neyên kirin gef xwaribû.

Amerîkayê jî ji ber nebûna şert û mercên guncav ji Rêveberiya Xweser xwestibû ku lidarxistina hilbijartinan taloq bikin.

Li gorî zanyariyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser, hilbijartin dê li 7 kanton û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Şehba-Efrîn, Cizîr, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezorê bên lidarxistin.

Di hilbijartinan de dê ji bo 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.

Li Rêveberiya Xweser heta niha 2 caran hilbijartin hatin lidarxistin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan biryar dabû ku 30ê Gulanê hilbijartin werin lidarxistin lê paşê hilbijartin taloqî 11ê Hezîranê hatibûn kirin.

Li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mafê 3 milyon kesan heye beşdarî dengdanê bibin.

Li aliyê din, ew penaberên ku zêdetirî 5 salan li Rêveberiya Xweser niştecih bûne jî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.

Her wiha ENKSyê biryar dabû ku hilbijartinan boykot bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst