ÇINAR - DEDAŞê xwest trafoyê jê bike: 7 kes hatin desteserkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed DEDAŞ Çinar Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di xwepêşandeke li dijî DEDAŞê de 7 welatî hatin desteserkirin.

Tîmên Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) ji bo jêkirina trafoyeke elektrîkê ya ku di avdana berhemên çandiniyê de dihat bikaranîn tevî cendirmeyan çûn gundê Sipyagê ya navçeya Çinarê ya Amedê.

Şêniyên gund li dijî jêkirina trafoyê xwepêşandanek da destpêkirin û nerazîbûn nîşan da.

Li gorî zanyariyan cendirmeyan midaxeleyî xelkê kiriye û 7 welatî desteser kirine.

Hat ragihandin ku cendirmeyan 7 welatiyên ku hatine desteserkirin birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Çinarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst