Bavê Narînê vegeriya gund: 'Ez nikarim şîna keça xwe girê bidim'

Hewlêr (Rûdaw) - Bavê Narînê Arîf Guran, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan û vegeriya gund.

Arîf Guran ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku ji ber nûçe û gotegotan ew nikare şîna keça xwe girê bide.

Lêpirsîna Narîn Gurana 8 salî ya li Amedê hatibû qetilkirin berdewam dike.

Bavê Narînê Arîf Guran piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan û vegeriya gund.

Arîf Guran ji rojnamegeran re axivî û eşkere kir ku ew wisa bawer dike ku dê dewlet qatilên keça wî bibîne.

“Tên ser gora keça min wêneyan digirin”

Arîf Guran bel kişand ser nûçe û gotegotên di raya giştî de hene û wiha axivî:

“Îfadeya min a ewil û ya dawî yek in. Ez nikarim şîna keça xwe girê bidim, xelk tê ser gora keça min û wêneyan digirin.

Ez ji wan daxwaz dikim ku ji vê yekê sûd wernegirin.

Daxwaza min ew bû ku keça min bi saxî were dîtin.

Heger mirî hat dîtin û niha gora keça min heye jî ev bi saya dewletê bû.

Rast e cenazeyê keça min hatiye dîtin lê lêpirsîn berdewam dike.

Niha jî dewlet û dozger lêpirsînê berdewam dikin. Em dê vê bi hev re bibînin.”

Arîf Guran di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina Narîn Guranê de hatibû desteserkirin û piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.

“Dewlet dê qatilan eşkere bike”

Arîf Guran bersiv da pirsên rojnamegeran û wiha berdewam kir:

“Xwedê wan kesên ku ev yek kirine tune bike.

Xwedê vî agirî bîne ber deriyê mala wan jî. Kê çi ji me xwest?!

Em malbateke mezin bûn. Jiyaneke me ya luks, jiyaneke wisa bi qirêjî nîne.

Em malbateke mezin bûn. Piştî vê yekê, lêpirsîn berdewam dike.

Em jî wekî we ji dewletê agahiyan distînin. Dewlet ji kê gumanê bike dikare wan bigire. Dewlet dikare min jî bigire.

Dewlet dê vê pirsgirêkê çareser bike, ez wisa bawer dikim. Dewlet xwîna keça min li erdê nahêle."

Narîn Guran 21ê Tebaxê li gundê Çilûyê yê Amedê winda bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîna li ser dozê didomîne.

Dêya Narînê Yuksel Guran (44), kekê wê Enes (18), apê wê Fuat Guran (41), pismamê wê Muhammet Kaya (23), dotmama wê Bîrsen Guran (19), jinapa wê Maşallah Guran (46), hevjînê metika wê Mehmet Şevket Kaya û Mehmet Selîm Atasoyê (40) ku karkerê apê wê Salîm Guran e hatin girtin.