Şirnex: Dîsa qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Parêzgariya Şirnexê Qedexeya Çûnûhatinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, herêmên Çiyayê Cûdiyê, Besta, Çiyayê Gabarê û hinek herêmên din 15 rojan wekî “herêma ewlehiya taybet” hat ragihandin.

Çûnûhatina wan herêman hat qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê ragihand ku çend herêmên cuda yên parêzgehê 15 rojan wekî “herêma ewlehiya taybet” hatin diyarkirin û bi roj û şev çûnûhatina wan herêman qedexe ye.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Bi armanca dabînkirina ewlehiya neteweyî, rêgirîkirina bûyerên tundûtûjiyê û rewşên neyînî û dabînkirina ewlehî û rêkxistina raya giştî di çarçoveya Yasaya Herêmên Qedexe yên Leşkerî û Herêmên Ewle de herêma Çiyayê Cûdiyê ya di navbera Şirnex û Cizîr, Silopî, Guçlukonak (Basa), Uludere (Qileban) û Beytuşşebapê (Elkê) û herêma Besta, Çiyayê Gabarê, Çiya Gurê, Kureşîn, Kela Memê, herêma gundê Pîranê, Hoza Mêrî, herêma gundê Dolê û Tenîn, Feraşîn, Tehta Reş û Çiyayê Zêrîn di navbera 14-28ê Îlonê de 15 rojan wekî herêma ewlehiya taybet hatin ragihandin.”

Parêzgariya da zanîn ku ji bo parastina can û milkê wan çûnûhatina welatiyan a wan herêman bi her awayî qedexe ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst