Ahmet Turk: Gef li me tên xwarin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ragihand ku derdora 60 karmendên şaredariyê li parêzgarî  û dozgeriya Mêrdînê dixebitin û dema ew dixwazin wan karmendan ji wan deran bînin li rastî gefan tên.

Rêveberiya Karûbarên Av û Kanalîzasyonê (MARSU) ku ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve ye, li otelekê derbarê projeyeke li ser çareserkirina pirsgirêka avê û jêrxana navçeya Artukluyê civînek saz kir.

Projeyê bi piştgiriya Ajansa Bipêşxistinê ya Fransayê sala 2022yan dest pê kiriye.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk di civînê de axivî û behsa projeyên şaredariyê û astengiyên ku derdivin pêşiya wan kir.

Turk amaje bi wê yekê da ku di xebat û projeyên şaredariyê de hinek derengmayîn çêdibin û ev yek jî wan aciz dike û got:

“Mixabin em nikarin bibêjin ku me mesafeyeke zêde qedandiye lê em bi hemû hêza xwe bi awayekî herî baş bername û projeyên xwe amade dikin.

Ji bo xizmetkirina gel hemû hevalên me di nav hewldaneke zêde de ne û kedê didin.”

“Tenê ji sedî 20ê wê hatibû çêkirin”

Ahmet Turk diyar kir ku projeya ava vexwarinê ya Artukluyê Hezîrana 2022yan dest pê kiriye û da zanîn:

“Dema em hatin tenê ji sedî 20ê wê hatibû çêkirin.

Piştî ku em hatin di encama xebatên me de niha ji sedî 55 derbas kiriye.

Wate di nava 4 mehan de em ji sedî 20an gihîştin ji sedî 55an.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk her wiha anî ziman:

“Helbet em dizanin pirsgirêk hene.

Bi taybetî li ser kanalên ku li bajêr hatine vekirin û heta guherîna şebekeyan, xebatên kolanê tên kirin.

Lê dixwazim bibêjim ku derbarê yekser girtina van cihên hatine kolan de derfetên me nînin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ahmet Turk ragihand ku ew dixwazin kadroyên xwe ava bikin lê rûbirûyî zext û guvaşê dibin û got:

“Îro derdora 60 karmendên me li parêzgarî yan jî li dozgeriyê dixebitin.

Pêwîstiya me bi wan heye.

Dema em dixwazin wan bînin em li rastî gefan tên.

Dibêjin em dê daîreyên we ji wê derê derxin an jî wiha bikin.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê piştî ku derdora 2 serdeman ji qeyûman di hilbijartinên 31ê Adarê de bi rêjeya ji sedî 57,4ê dengan careke din ket destê DEM Partiyê û Ahmet Turk bû Serokê Şaredariyê.