Gamêşên Qamişloyê birçî ne

7 demjimêr berê
Nîşan Qamişlo Gamêş Av Çêrî Kêmbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gamêşên Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ketine ber pêla nexweşî û kêmbûna êm.

Xwediyên gamêşan bi hemû şiyanên xwe dixwazin gamêşên xwe biparêzin ku take çavkaniya debara wan in.

“Tim nexweş in”

Mihemed Hedîdê ku gamêşan xwedî dike li ser kêmbûna êm û avê got:

“Garana gamêşan ji ber kêmbûna êm zêde kêm bûye, her dem jî nexweş in. Li welatan piştgiriya êm heye lê li vir nîne.”

Beriya niha bi çend salan 200 gamêşên Mihemed Hedîd hebûn lê nîha 100 gamêşên wî mane.

Yusra Hemûş jî berê xwediya 20 gamîşî bû lê niha 4 gamêşên wên yên zeîf û jiderbketî mane.

“Xwedîkirina pez û gamêşan bêkêr bûye”

Yusra Hemûş li ser zehmetî û bikêrnehatina xwedîkirina gamêşan wiha axivî:

“Bi Xwedê rastiyê bibêjim, di van çend salên dawî de xwedîkirina pez û gamêşan bêkêr bûye lê em neçar in vê pîşeyê bikin ji ber em tenê vî karî dizanin.

Mesref û êmê pez û gamêşan zêde giran bûne, eger karekî din hebûya me niha ew firotibûna lê em bi ti karê din nizanin.”

Xwediyên gamêşan hawara xwe dibin Rêveberiya Sewaldariyê ya Rêveberiya Xweser lê berpirsên Rêveberiyê jî dibêjin ku şiyanên wan sînordar in.

Serokê Daîreya Sewaldariyê ya Rêveberiya Xwseser Mihemed Hisên bal kişand ser bandora hişkesaliyê û li pey çû:

“Pêwîstiya gamêşan bi herêmeke hêwî, bi çeman û bi avê heye.

Di salên dawî de ji ber hişkesaliyê hejmara gamêşan kêm bûye, her wiha gelek ji wan mirar bûne.

Biryar hatibû dayîn ku em serê du mehan carekê êm belav bikin lê ji ber kêmbûna êm û kapekê ya li aşan em serê 4-5 mehan carekê êm belav dikin.”

Berî şerê li Sûriyeyê 200 malbatên ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê zêdeyî 4 hezar gamêşî xwedî dikirin.

Salên dawiyê ji bêr kêmbûna êm, av, cihên çêriyê û hişkesaliyê tenê 2 hezar serî gamêş mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst