Dêya Narînê, kekê wê û 6 kesên din hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Dêya Narînê Yuksel, kekê wê Enes, apê wê Fuat, 2 pismamên wê û jinapa wê jî di nav de 8 kes hatin girtin û 4 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.

Bi vî awayî hejmara girtiyan bû 10.

Narîn Guran 21ê Tebaxê li gundê Çûliyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Paşê derketibû holê ku Narîn hatiye kuştin û di nav ava çêm de hatiye veşartin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîna li ser dozê didomîne.

Dêya Narînê Yuksel Guran (44), kekê wê Enes (18) apê wê Fuat Guran (41), pismamê wê Muhammet Kaya (23)  dotmama wê Bîrsen Guran (19), jinapa wê Maşallah Guran (46), hevjînê metika wê Mehmet Şevket Kaya û Mehmet Selîm Atasoyê (40) ku karkerê apê wê Salîm Guran e hatin girtin.

Dêya wê Yuksel û kekê wê Enes ji ber “şirîkatiya kuştina biqest” apê wê Fuat ji ber “nehiştina delîlan” û her 5 kesên din jî ji ber “hêvişandina sûcdaran û nehiştina delîlan” hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Gumanbarên bi navê Kurtuluş, Omer Faruk Guran, Melîke Guran û R.A. (15 salî ye, karkerê Salîm Guran e) jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Apê Narînê Salîm Guran 2yê Îlonê hatibû girtin ku di heman demê de muxtarê gund jî bû.

Nevzat Bahtiyar (48) j di lêpirsînê de li xwe mikur hatibû ku Salîm Guran cenazeyê Narînê dayê da ku veşêrê û 10ê Îlonê hatibû girtin.

Bi vî awayî tevî Salîm Guran û Nevzat Bahtiyar hejmara girtiyan bû 10.

Nevzat Bahtiyarê lixwemikurhatî yê ku cenazeyê Narînê di çem de veşartiye di îfadeya xwe de behsa rûdanên roja kuştina Narînê kir.

Narîn 21ê Tebaxê winda bû

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li gundê Çûliyê yê Amedê “winda” bû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya 8ê Îlonê ragihand ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.

“Termê wê di nava kîsekî de hat dîtin”

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu piştre daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

“Narîn Guran saet 08:45an tevî cilên xwe li kêleka rûbarekî bi mirîtî hat dîtin.

Termê wê di nava kîsekî de bû û di bin keviran de hatibû veşartin.”

Karên otopsiyê yê Narînê li Saziya Tiba Dadî ya Amedê hatin kirin.

Li gorî raporê, termê Narînê 15 rojan di nav avê de maye û çoka wê hatiye şikandin.

24 kes hatibûn desteserkirin

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Narînê de dê, bav, ap û birayên wê ji di nav de 24 kes hatibûn desteserkirin.

Bavê wê Arîf û 9 kesên din bi şertê kontrola dadî hatibûn berdan.