Berfê Çiyayê Agiriyê spî kir

13-09-2023
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Agiriyê Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Agiriyê yê parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, îro berf bariya.

Li Çiyayê Agiriyê ku lûtkeya herî bilind a Kurdistanê ye û 5 hezar û 137 metreyan ji asta deryayê bilindtir e berf bariya.

Li herêmê piştî barana gur berf bariya.

Ji asta herî bilind a Çiyayê Agiriyê ber bi asta jêr ve, hezar û 500 metre bi berfê spî bû.

Barîna berfê li Çiyayê Agiriyê, li bajarên Serhedê wekî hatina zivistanê tê pênasekirin.

Herwiha herêmên bilind ên Çiyayê Arasê yên di navbera parêzgehên Agiriyê û Îdirê de di bin mijê de man.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst